|
|
Kurdî
û Kezînekurên Ewropî
Evdile
Koçer,
evdilekocer@yahoo.com
- Ji
derdê van kezînekurên Ewropî ez ê rojekê xwe bikujim û xwe wekî
þehîdê Kurdistanê bi nav bikim heyran.
-
- Ez
carna dikim û nakim, nikarim ji wan re behsa mirîþkeka kurdî jî
bikim.
-
- Bi
serê xwe û we kim, êdî çend mîzgînî û nûçeyên xêrê jî ez
nikarim bi van kezînekurên Ewropî re parve bikim gidîîî.
-
- Her
dem bersiveke wisa didin min ku ez herim vî emrê xwe yê mayî jî di
pirtûkxaneyan di nav bêhna rûpelan de derbas bikim. (Nebêjin, koçer
û pirtûkxane! Bi serê we, ez pirr hez ji pirtûkan dikim helbet ji bo
xwendinê wîîîîîî!)
-
- Axir
ez dirêj nekim, wê rojê ji bo þerefa vê sozdayîna xuþka me Emîne
Ayna ya ku wê saleke din bi kurdî bipeyîve, min jî þîvek da çend
dost û hevalên xwe yên ji we ne çêtir.
-
- Hevalekê
got ku, heta tu sedema vê þîvê nebêjî, em parîyekê jî naxin
gewriya xwe.
-
- Weke
ku min ê niha îlana Kurdistanê ji wan re diyar bikira, min bi dilekî
xweþ mizgînî da wan: “Hevseroka Partiya Kurd Emîne Ayna, dê
saleke din di þeva Azadiya Welat de bi kurdî bipeyîve…!”
-
- Min
digot qey dê niha bidin ber tilîlîîî û çepikan, lê na, nola ku
min þaþitiyek kiribe, hemûyan bi hev re li bîbokên min nihêrîn û
bi hev re gotin: “Ma qey hermetê heya niha bi kurdî nedipeyîvî…”
-
- Axxx
û waxxx! De vêca were û xwe nekuje!
-
- Dîsa
berî çend rojan bi çend hevalên nas re –ku dido ji wan di
Navendeke Çandî de kar dikin!- li ser çand û hunera kurdî sohbeteke
me çêbû. Wekî çîroka kuçokuço gotin zîvirî hat ser MKMê(dema
meriv dibêje NÇM nayê fêmkirin!).
-
- Di
wê navberê de min jî mizgîniyeke ku min berî çend saetan seh kiribû
da wan: “Dê êdî NÇM dersên xwe yên çand û hunerî bi kurdî
bide…!”
-
- Ez
li bendê bûm ku keçika Almanî gotinê ji Konfûçyûs bigire û bibe
ser ‘Ziman û Çand!’, lê bi awayeke pir cidî got ku, “Ma qey
heta niha dersên xwe bi ingilîzî didan…”
-
- Min
got qey kezînekurê henekên xwe bi min dike, lê wiha berdewam kir,
“Mixabin kêm kes dikarin serî li vê serdestiya ingilîzî bigirin,
ez NÇMê jidil pîroz dikim…”
-
- Lê
helbet mizgîniya herî mezin ya TZPKurdî ye bo perwerdeya zimanê kurdî.
-
- Lêbelê
heta niha jî, ji tirsa min nekarî ku ez vê mizgîniya mezin bi tu
Ewropî re parve bikim.
-
- Ez
ditirsiyam ku kezînekurekê ji wan xwe þaþ bikira û bigota, “Ma
qey heya niha Kurd ji bo zimanê xwe çalakiyên wisa nekirine…!”
-
- De
vêca were û safî bike!
-
- Ne
min ji we re got: Ez tiþtekî ji van ewropiyan fêm nakim, li min
negirin heyran. Jixwe rojekî ji derdê van ez ê xwe di zinarekî re
bavêjim û xwe bikujim gidîîî.
-
- Navê
min binivîsînin: ÞEHÎD…
|
|
|