|
|
Li
þûna pêþgotin û paþgotinê: KOÇERNAME
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
- Bi kurt û kurmancî:
ya min koçernameyek e...
-
- Li ber peravê gotinên
pepûk û brîndar ên ku êþ û elemên xwe ji hev re vedibêjin kon
vedidim û xwe davêjim ber bext û torê wan.
-
- Gotinên
fêris ên ku rengê qehremanên bênav vedihûnin, carna rehma xwe bi
min tînin; wekî mêvanê Xwedê min li ser text û dîwanên xwe didin
runiþtandin; carna jî li ber devê deriyê xwe heta banga þeveqê
disekinînin û awirên min ên bendewariyê ji xwe re dixin sinc...
-
- Erê
min got, a min koçernameyek e...
-
- Gotin,
wekî xalxalokên biharê li hewa dikevin û li ber ewrên fikrekê
dibin hevok... Hevok hêdî hêdî pêlî nigê hev dikin û heta ku
kaba wan biqerime dikevin ‘govend’ê... Xwêhdana ku ji wan hevokan
diçe, dilop bi dilop dikeve ser kaxiza nameyê...
-
- Belê min got, a min koçernameyek
e...
-
- Nameyên min carna
dibin çîrokên mirinê û ber bi jiyaneke nenas ve dibezin, carna
dilopên trajediya civaka me di tevna xwe de dixin ken û tiqetiq û
dibin mêvanên dildar û fêhmdaran, carna jî hin gotinên pizot datînin
ser dawa xwe û ber bi tax û kolaneke tarî ve dimeþin...
-
- Dema ku xwêhdana
hevokan dikeve ser nameyê, rihê min dilê min diperpite; ji ber ku
name temam dibe û hêdî hêdî ji peravên min vediqete û pêl bi pêl
digihîje ber peravên we...
-
- Ez xulam min got, a min
koçernameyek e...
-
- Nameyên min, li ber
peravê we dikevin destê hev û ji bo xatirê çavên we bi þev û roj
‘govend’ê digirin. Hin ji van nameyan, carna di dilê we de ji xwe
re zozanên honik ava dikin, carna jî bi paþ ve vedigerin û ji bo ku
layiqî awirên çavên we bibin xwe ji nû ve diwedilînin.
-
- Ez gorî min got, koçernameyek
e...
-
- Nameyên ku digihîjin
ber ‘perav’ên we, heke bi dilê we be heke çirûskek dabe þev û
rojên we hûn jî bi bi tilîliyan ve bi qewîtiyên nas û dostan ve
bi xêr û silamet diþînin ber ‘perav’ên din. Ew jî ber bi
‘perav’ên dîtir ve diþînin...
-
- Ez benî min got, a min
koçernameyek e...
-
- Lê divê hûn
bizanibin ku ev jî SPASNAMEyeke jidil e ku digihîje ber ‘perav’ên
dilê we...
-
- Mala we ava be... ji bo
ku hûn nameyên min bi delaliya dilê xwe ve dixwînin û bi ‘yên
din’ jî didin xwendin...
-
- Hûn gelekî sax bin...
ji bo ku hûn nameyên min li taqên dilê xwe ve dadiliqînin...
-
- Spas... ji bo ku hûn
çavên xwe yê henûnok bo nameyên min diqerimînin û ji bo ku hûn dîwanên
peravan ên þevên xwe ji nameyên min re vedikin...
-
- Hûn her hebin... ji bo
ku hûn bi ken û tîqetîqên xwe û bi biþirîn û gulvedana xwe ve
reng didin nameyên min...
-
- Koçernotek: Ev nivîsa jor pêþgotina pirtûka min ya nû “Koçername”yê
ye ku berî çendekê ji nav Weþanên Do derket. Bi hêviya ku ev pirtûk
ber dilê we bigire û ‘diranê kurdî’ tûjtir bike.
|
|
|