Mekteba
Kenînê û Mekteba Kart Kurt Kürdê...
Evdile
Koçer
Hingê
hêj ku kenê min di paþila civaka min de distewiya, di nav hevalan de min
gelek henekên fantastîk û beredayî dikirin.
Yek
ji van jî ev bû: “Heke ku mekteba kenînê vebe, gelo hûnê biçinê...”
Helbet
ev hingê henekek bû; çend kes pê dikeniyan an ji min direviyan niha nayê
bîra min, lê þikir ji gelê min ên li serê çiyan û di binê çiyan û
di heps û zindan û înternetan de, ew heneka min îro bû rastiyek.
Bi
kurt û kurmancî, li Mûnîha Almanyayê mekteba kenînê vebû...
Ma
ez koçerê ku ji bo henekekê zozan û welatan diguherîne, çawa pê kêfxweþ
nebim gidî? Bi serê we û bi serê xalê Bush kim, heke mîrata Emerîkayê
bi þaþî û xeletî roketek bavêta Trabzonê jî ez ê ewqas pê kêfxweþ
nebûma...
De
ka carekê bifikire: Baweriya te bi sihr û elameta kenînê nayê. Tu di
heyeta xwe de carekê jî, qet nebe ji bo xatirê Kurdistana azad jî bi
dilekî xweþ nekeniyayî.
Tu
ne bi espîriyên min ne jî bi henekên Jîr Dilovan dikenî. Tu dibêjî
ken û henek û laqirdî û filan û bêvan, îþê qeþmer û qereçî û
qoriciyan e. Ev sê emrê min e jî, rengê rûyê te neguheriyaye; wekî sîr
û simaqê mîna ‘tek dil, tek bayrak, tek millet’a birayên me yên ezîz
û dilovan e.
Lê
rojekê Xwedanê dilovan û mîhrîban riya te þaþ dike, mala te xira dike
û berê te dide vê mekteba kenînê. Ji niþka ve dinyaya te diguhere.
Rengê rûyê te vedibe; dibe kesk û sor zer. Îmana te zêde dibe. Tu
difikirî ku Evdile Koçer bûye welatparêz, Emîn Çolaþan bûye kurd,
bakur baþûr û rojhilat jî bûye yek. Tu ji ber xwe de dibêjî: BIJÎ
KURDISTANNNNNN...
Lê
hûn jî dizanin, ev dinya dinyaya henek û xeyal û fantaziyan e...
Ez
vêga xeyal dikim ku xwediyê vê mekteba kenînê gazî min bike bo ku ez rê
û rêbazên ken û tîqetîqê nîþanî wan û heft bavê wan bikim...
Helbet
hûn jî vêga mereq dikin ka ev rê û rêbazên min ên kenînê çi ne?
Bi
serê we, hema ez du deqeyan jî behsa halê me kurdan bikim dê elman
zikopiþto bibin.
Hema
ez hinekî behsa qorîciyên me yî ku dengê xwe didin DEHAPê jî bikim,
an jî bi du sê gotinan ez qala welatparêzên me yî ku bi tirkî
kampanyayên bo zimanê kurdî dikin, bikim gelo dê stor û qiloçên kenînê
bi elmanan ve neyê?
Lê
tiþta herî baþ, ez ji çiyayê Botanê telîsek berf bînim, vala bikim nîvê
dersxaneyê, hêdî hêdî pêlî berfê bikim û ji elmanan re bibêjim:
“Li gorî birayên(!) me yên tirk, em kurd ji dengê vê berfê hatine:
Kart kurt kürt...”
Heger ku ev elman ji ken û tîqetîqê têr bibûna, Koçerê we dikaribû hinekî hêsirên girînê jî ji çavên wan bibarandana: “Tirkên ku êdî fêm dikin em kurd ne ji dengê pelîkirina berfê tên wekî guran dîn û har dibin û êdî li bajarên xwe me kurdan wekî pêlîkirina berfê lînç dikin....”
Ma
ezê êdî bikaribim çi bikim?
Mixabin
ez nikarim piþta ti kesî mizzzz bidim.
***
Koçernot: Endama Navenda Pen a Kurd, nivîskara hêja Dr. Roya Tilooî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye girtin. Rejîm û sîstemên ku emrê xwe diqedînin, em dizanin ku di serî de dest davêjin nivîskar û entellektuelên muxalîf. Vêca ez hêvî dikim ku her kes piþtgiriyê bide Navenda Pen a Kurd (www.pen-kurd.org) bo ku dengekî gurr bigihe rejîma Îranê.
Evdile
Koçer
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org