|
|
Meseleya
Selîm Temo
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
- Weke
tê zanîn min hefteya borî ji Selîm Temo re nameyek eþkere nivîsandibû.
Temo, ji min re bersivek þandiye, lê mixabin camêr destûr nade ku
ez li vir biweþînim. Loma ez jî li gorî prensîbên xwe mixabin
nikarim biweþînim.
-
- Lê
camêr wê bernameya ku min behs kirî qebûl dike. Bi qewlê tirkan,
di bin gayî de li golikê digere, piþtî heqeratên mezin dibêje ku
ez hez ji polemîkan dikim.
-
- Tewww
mala minê! Xwendevanekî hiþyar dema ku li naveroka çar pênc nivîsên
min binêre, helbet wê bibîne ka rikin û stûna nivîsên min li
ser çi ne.
-
- Ji
bo ku mesele baþtir bê fêm kirin, ez dixwazim du sê tiþtan ji hev
veçirînim.
-
- 1.Tu
meseleyeke min ya þexsî bi Selîm Temo re tune. Ji ber kar û xebatên
wî yên li ser wêjeya kurdî ez kêfxweþ jî dibim. Lê heqê wî
tune ku ew jî wekî Mehmed Uzun wêjeya kurdî di bin alaya tirkan de
tewaf û kedî bike.
-
- 2.Rewþenbîrekî
serbixwe divê pêdiviya wî bi îktîdara serdestan(tirk û kurd ferq
nake!) tune be. Divê rewþenbîriya xwe li ser pêlekanên dîwana
serdestan bilind neke. Heke na, nexwe bila li meydanên vala dersên
rewþenbîriyê nede civaka me. Bila her kes bizanibe ku modela rewþenbîriya
civaka me keseke wekî MAMOSTE MEDYA ye!
-
- 3.Ez
ne li dijî TRT 6ê me. Tiþtên ku ez di Roj TV û di derên din de jî
dibêjim, bila TRT6 kerem ke deriyê xwe heta dawiyê ji fikrên min
re jî veke. Lê tiþteke ecêb e ku nivîskarekî kurd ji Swêdê
were, li ser kursiyên germ ên TRT6’ê rûne, lê nikaribe behs
bike ka ew çima li Swêdê ye. Dixwazin ku em tê de behsa gundê xwe
bikin, lê em tê de nebêjin ka ew gund çawa hatiye þewitandin.
Dixwazin ku em tê de behsa ‘çeqçeqok’ê bikin, lê ‘aþ’î
nekin.
-
- 4.Ez
ne li dijî alaya tirkan im; helbet ji wan re pîroz be. Lê bila di
bin alaya xwe de jî dengên helbestvanên vî welatî ên wekî
‘Selîm Temo’ kedî nekin û bi xwe ve pîne nekin.
-
- 5.Bila
neyê ji bîr kirin: Ez ê li dijî vê jî bim heke di bin alaya
Kurdistanê de helbesta tirkî jî, bitefe, kedî bibe, an jî bête
tewafkirin…
-
- 6.Lê
ez li dij im ku ‘Selîm Temo’yek li hêlekî behsa rewþenbîriya
Edward Saîd bike, lê li hêla din jî di bin ‘ala’yeke ku nahêle
‘Edward Saîd’ek nefesê bistîne de ‘rol’ ji helbesta kurdî
bidize. Li hêlekî dersên rewþenbîriyê bide me, lê li hêla din
jî di bin alaya tirkan de bixwaze ji helbesta kurdî re nasnameyeke
þîzofrenîk peyda bike. Weleh bavooo xweþ bazar e!
-
- Di
dawiyê de divê ez bibêjim ku wê niha Selîm Temo van gotinên min
ên jor wekî bêbextiyekê bibîne, lê wê dîsa nikaribe ji civaka
kurd re du gotinan di derbarê bernameya xwe ya ku di dawiyê de ji
Emnîyeta Mêrdînê re spas dikin(wê niha bêje ev jî bêbextiye!)
de bibêje, ji ber ku ew naxwazin meriv behsa sofreya wan ya ‘rewþenbîr’iyê
bike!
-
-
- Koçernot:
-
- Bila
mamosteya dilê me giþan ‘MAMOSTE MEDYA’ li min negire. Min
dixwest vê hefteyê bi nivîsekê ve bejna xwe li ber vê xebata wê
ya li ser kurdî bitewînim. Min dixwest vê hefteyê ji ber hemû
zarokên Botanê ve jê re gul û çîçekan biþînim. Min dixwest ez
li vê xerîbiyê biqîrim û bibêjim, “Tu Kurdistana min î!”. Lê
va ye hûn dibînin mesele çi ye!
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|