|
|
-
Rizoyê
Osê jî ji nav me koç kir…
-
Mirin,
mala te biþewite!
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
 |
 |
-
-
- Dema
ez xebera koçkirina dawî ya Rizoyê Osê(1950-2010) ji
Konê Reþ werdigirim, pelçimên xemgîniyê ji rihê
min dadiweþin.
-
- Ez
ji xwe re dibêjim, ‘Mirin, mala te biþewite!’…
-
- Û
yekser berê xwe didim nav wan wêneyên ku min di
serdana xwe ya berî du hefteyan de li Qamiþloka rengîn
pê re kiþandibûn. Di serdana xwe ya Binxetê de dema
ku Konê Reþ behsa nexweþiya wî ya giran kiribû hema
yekser me berê xwe dabû mala Rizoyê Osê.
-
- Her
çiqas ku bêbava mirinê xwe li dora wî kon jî
vegirtibû, lê ji nav deng û fikrên wî her hilma
jiyanê difûriya. Di wê kurteserdana min de, me bi
Rizoyê Osê re bîranînên xwe yên berî 7 salan taze
û temenê henek û serpêhatiyên xwe jî nû kirin.
-
- Meseleyên
ser ziman û wêjeya kurdî, di nav vegotina wî de te
digot qey çareserî ji xwe re peyda dikirin.
-
- ‘Wê
ev jî derbas be!’
-
- Belkî
ewî jî dizanibû ku mirina rûreþ li deriyê wî
xistiye, lê her digot: ‘Wê ev jî derbas be!’. Li
gel nexweþiya xwe jî, bi sohbeta xwe ya xweþ ve dilê
mêvanên xwe geþ dikir; bi nefsbiçûkiya xwe ve di
dilê gelek kesan de bêtir cih ji xwe re çêdikir.
-
- Rojên
xwe yên dawî jî li ber pirtûkxaneya xwe ya mezin di
nav berhem û nivîsên kurdî de derbas kir. Kula wî
ya herî mezin ew bû ku li Bakur piþta asîmilasyona
dewletê biþkê; gazinca wî ya herî mezin jî ew bû
ku hê jî rewþenbîrên kurd bi tirkî/erebî dinivîsin.
-
- “Îro
ji doh çêtir e, lê sibe jî wê ji îro baþtir
be!”
-
- Lê
hêviya wî jî ji nifþa nû zêde bû ku hêdî
vedigerin ser rih û hebûna xwe. Digot, “Îro ji doh
çêtir e, lê sibe jî wê ji îro baþtir be!”
-
- Ez
ji sohbeta wî têr nedibûm, lê dema min xatir jê
xwestî min dizanibû ku wê ev hevdîtina me bibe ya
dawî; lê dîsa jî dilê min vê yekê nedipejirand.
Belkî jî Rizoyê Osê ji zû de bû haziriya xwe kiribû
û dixwest ku dawa xwe ji mirina bêbav re veke.
-
- Belê
weke ku þaîr gotî, ‘Her mirin, mirineke zû ye!’
be jî, lê Rizoyê Osê zûka xatir ji vê jiyanê
xwest. Li piþt xwe jî tibabek berhem û þagirtên
ziman û wêjeya kurdî hiþt.
-
- Oxira
te ya xêrê be Kekê Rizo…
-
- Nîþe:
Ev nivîs di Rûdawê de hatiye weþandin!
-
-
-
-
|
|
|