Mizgîn, Þîlan, Zîlan, Evîn...
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
MIZGÎNekê bide min...
 
Da ku bejn û bala civaka min ya ku xwe li kelheya Amedê rapêçaya ji rihê mirinê teqewît bibe û wekî stranbêjekî xembar ber bi xewna xwe ya birîndar ve bimeþe...
 
Da ku þevbêrkên me yên ku bi stûxarî bêriya awirên Miradê Kinê dikin, da ku dayikên me yên ku ji hesreta zarokên xwe bûne qafokên ber çeman, serê xwe hildin û bigihîjin xweziyên xwe.  
 
ÞÎLANekê diyarî min bike...
 
Da ku ez ji pelçimên girîna wê çîroka dîwarên Amedê ji nû ve bihûnim û li ser her sê deriyên din ên Kurdistanê daliqînim.
 
Da ku ez û Kavafis heta banga azadiyê heta ku çokê gotinên me biqerimin bi tililiyên dayikan ve li ber Deriyê Çiyê bimînin “li benda barbar”an. 
 
ZÎLANekê bibexþîne min...
 
Da ku ez bikaribim bi rûkeniya wê ve hemû kaniyên Kurdistanê ji nû ve der bikim û bi çengên xwe têhna çiyayên Botan û Munzûrê biþkênim.
 
EVÎNekê bide min...
 
Da ku BAKURê dilê min xwe ji toz û dûmana ser rihê xwe daweþîne û li ber deriyê xwe evîneke Kurdistanî þîn bike...
 
Da ku xewa BAÞÛRê dilê min heta azadiya her sê perçeyên din biþehite.
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org