|
|
- Molotofên
Kurdan!
-
-
-
-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
 |
- Ez
car caran dibêjim em kurd gelekî aqil û baqil in, lê hin
heval û dost dibêjin qey ez henekan dikim!
-
-
Henekê çi, halê çi?
-
-
Li cem me kurdan hin huner ew çend bi pêþ ketine ku
kurdologên ‘kafir’ jî bi vê yekê þaþ û ecêb dimînin!
-
-
Ji xeynî ‘welatparêzî û govendgirtinê’, hema ez
behsa kîjan hunera me jî bikim, ez bawer im dê yekser bikeve
nav kitêba Guinessê.
-
- Heke
hûn bixwazin, ez îro ji we re qala hunera me ya herî
postmodern bikim.
-
-
Mesela, “çêkirina molotofan!”. Erê erê, hunera me
ya herî xweþik û meþik: molotof! An jî molotof-kokteyl!
-
-
Ev mîrata molotofê ji ku hatiye, xal û xaltîkên wê
kî ne, etîmolojiya wê çi ye, ez baþ nizanim!
-
-
Hûn jî dizanin ku, çêkirina molotof-kokteylekê li
cem xelkê wekî çêkirina Kurdistanekê zor û zehmet e!
-
-
Hela ka lê binêrin: Dinya alem, heta ku þûþeyeke
vala ya bîrayê bistîne diçe li ber serxweþekî devê xwe
xwar dike û jê re hezarûyek çîrokên pornografîk vedibêje...
|
-
- Paþê
bi heft kotek û bela, ji qûna erebeyekê hinek benzîn menzîn
derdixe... Dû re þev nîvê þevê, ji kuleka marketekê þekir
mekir derman merman peyda dike û heta ku ji doxîna hezkiriya xwe fitîlekê
çêdike û di medbexê de dike
molotof-kokteyl, polîs li deriyê malê dixin û dibêjin, “Selamûneleykûm!...”
-
-
Lê hezar car þikir ji Xwedê û evdên wî re, îhtîyacî û
pêwîstî û lazimiya me kurdan bi vê qûndirandin û serêþiyê
tuneye.
-
-
Çêkirina molotofan wekî avakirina partiyekê li cem me rihet
û hêsan û basît e!
-
-
Hela ka lê binêrin: Em qûna xwe ya çargoþe li ser
kursiyeke cîranan(?) pahn dikin, çend þûþeyên birêzê, zehfrêzê,
gelekrêzê, superrêz Beytocan ê ku nîv dilop di binê wan de mane
li ser maseya xwe rêz dikin, simbêlê rihê xwe yê têkçûyî hêdî
hêdî badidin, zend û bendên xwe wekî xulam û qerwaþên Mîr
vedimalin û paþê jî hema çi hat ber devê me em vedibêjin û
dipekînin.
-
-
Gelek gotinên ku ji devê me dipekin, mîna sirûdeke neteweyî
ji jor de dadibelin nav zikê wan þûþeyên ser maseyan: Xayîn,
xwefiroþ, bênamûs, elçax, orispî, bêþeref, cehþ, ker, ehmeq,
rezîl, beredayî, sîxur... û quzilqurt (ev jî ji min!?)...
-
-
Ez bi xwe li gorî terbiya xwe ya Botanî dibêjim ku, gotineke
ji van bikeve kîjan molotofê, ne deh bajar belkî bîst eyalet jî pê
bêne þewitandin.
-
- Gelo
we got çi???
-
- Ya
rebî bêlome!!!
-
-
Dema ku em hemû gotinên xwe yên rizî –ku ji berî Îsa û
Mûsa mane!- ji wî ûrê xwe yî genî derdixin û çaxê ku galegal
û mastirbasyona devavêtinê diqede, em kef û þêlava devê xwe bi
destmalan paqij dikin... û ez ji ezbenî û delala xwe re bibêjim,
em wan destmalan weke sêhirbazekê –bê mane!- dixin devê wan þûþeyan
û hazir dikin!
-
- Ezbenî,
molotof-kokteyla me hazir e!?...
-
- Keko,
fermo molotof!..
-
- Hevalê
hêja, molotofa me amade ye!?...
-
- Koçer
arqadaþ, ti pêþniyarên te hene???
-
- Erê
welleh hene: De vêca kerem bikin em bixwin –pardon- em di rûyê
neyar de biteqînin!
-
-
Neyarê çi halê çi!
-
- Helbet
molotofeke welê belaþ, hûn jî dizanin ku bi kêrî ti neyarî jî
nayê.
-
-
Ezbenî, molotofên bi vî rengî, an em di rûyê heval û
dostên xwe de diteqînin; an jî gelek caran di destê me de diteqin.
-
- Helbet
zirara herî mezin jî em bixwe dibînin!
-
-
Ji ber ku: Molotof çêkiro, bixwe kiro...
-
- Ji
ber ku, em di afir û dersxaneyên zirbavên xwe de fêrî çêkirina
van molotofan bûn.
-
-
Ji ber ku, em li ber destê zirbavên xwe bi lêdan û xeberan
fêrî çêrkirinê bûn...
-
-
Ji ber ku, aqilê me weke þûþeyeke vala bi destê zirbavên
me hatiye tejîkirin.
-
-
Vêca em radibin, molotofên xwe bi aqilê zirbavên xwe davêjin
hev...
-
-
Lê tiþta herî malkambax jî ev e ku, îro zarokên me weke pêlîstokekê
bi van ‘molotof’an ve mezin dibin. Çêr û nifir weke mirina
civakekê xwe berdidin nav rihê zarokên me û ji wan re dibin
molotof-kulturên nû.
-
-
Çêr û nifir û xeber û dijûn û siqêf û zêf, îro mîna
silav û kulavekê –bi taybetî bi destê medyaya me!- direþin ser
serê civaka me ya xwelîser.
-
-
Îro hin malperên me hene mîna molotofeke veþartî li benda
te disekinin; dema tu ditikînî di te de diteqin.
- Di nav me de hin ‘egît û
qehreman’ hene, bi rastî jî wekî molotofên ber teqînê diçin
û tên.
-
-
Ji zikreþî û hemû ‘reþ’iyan hatine dagirtin. Ji ber ku
qewlê wan borî ye; ji ber ku fikreke wan tuneye, diçin ji dikanên
cîranan molotofan dikirin.
-
- Li
gorî rewþa hewayê, ji bêrîka xwe molotofên xwe derdixin; carna
vir ve davêjin carna wir ve. Carna molotofek dipeke tê li dilê BAÞÛR
dikeve, carna li kezeba BAKÛR.
-
- Xwedê
me ji ba û bager û molotofên van camêran biparêze! Amînnnnn...
-
-
-
-
-
|
|
|