Molotofên
Kurdan!
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
Ez car caran dibêjim em kurd gelekî aqil û baqil in, lê hin heval
û dost dibêjin qey ez henekan dikim!
Henekê çi, halê çi?
Li cem me kurdan hin huner ew çend bi pêþ ketine ku kurdologên
‘kafir’ jî bi vê yekê þaþ û ecêb dimînin!
Ji xeynî ‘welatparêzî û govendgirtinê’, hema ez behsa kîjan
hunera me jî bikim, ez bawer im dê yekser bikeve nav kitêba Guinessê.
Heke hûn bixwazin, ez îro ji we re qala hunera me ya herî postmodern
bikim.
Mesela, “çêkirina molotofan!”. Erê erê, hunera me ya herî
xweþik û meþik: molotof! An jî molotof-kokteyl!
Ev mîrata molotofê ji ku hatiye, xal û xaltîkên wê kî ne, etîmolojiya
wê çi ye, ez baþ nizanim!
Heke Zerdeþt Haco bizanibe, berî ku Bavê Azad molotofekê bavêje
Þamê, bila ji kerema xwe re raya giþtî bi awayeke akademîk agahdar
bike. Nexwe bi serê wî kim, ez dû re nahêlim bibe waliyê Qamiþlokê.
Hûn jî dizanin ku, çêkirina molotof-kokteylekê li cem xelkê wekî
çêkirina Kurdistanekê zor û zehmet e!
Hela ka lê binêrin: Dinya alem, heta ku þûþeyeke vala ya bîrayê
bistîne diçe li ber serxweþekî devê xwar dike û jê re hezarûyek çîrokên
pornografîk vedibêje... Paþê bi heft kotek û bela, ji qûna erebeyekê
hinek benzîn menzîn derdixe... Dû re þev nîvê þevê, ji kuleka
marketekê þekir mekir derman merman peyda dike û heta ku ji doxîna
hezkiriya xwe fitîlekê çêdike û di mitfexê de dike molotof-kokteyl,
polîs li deriyê malê dixin û dibêjin, “Selamûneleykûm!...”
Lê hezar car þikir ji Xwedê û evdên wî re, îhtîyacî û pêwîstî
û lazimiya me kurdan bi vê qûndirandin û serêþiyê tuneye.
Çêkirina molotofan wekî avakirina partiyekê li cem me rihet û hêsan
û basît e!
Hela ka lê binêrin: Em qûna xwe ya çargoþe li ser kursiyeke cîranan(?)
pahn dikin, çend þûþeyên birêzê zehfrêzê gelekrêzê superrêz
Beytocan ê ku nîv dilop di binê wan de mane li ser maseya xwe rêz dikin,
simbêlê rihê xwe yê têkçûyî hêdî hêdî badidin, zend û bendên
xwe wekî xulam û qerwaþên Mîr vedimalin û paþê jî hema çi hat ber
devê me em vedibêjin û dipekînin.
Gelek gotinên ku ji devê me dipekin, mîna marþeke neteweyî ji
jor de dadibelin nav zikê wan þûþeyên ser maseyan: Xayîn, xwefiroþ, bênamûs,
elçax, orispî, bêþeref, cehþ, ker, ehmeq, rezîl, beredayî, sîxur...
û quzilqurt(ev jî ji min!?)...
Ez bi xwe li gorî terbiya xwe ya Botanî dibêjim ku, gotineke ji van bikeve kîjan molotofê, ne deh bajar belkî bîst eyalet jî pê bêne þewitandin.
Gelo we got çi???
Ya
rebî bê lome!!!
Dema ku em hemû gotinên xwe yên rizî –ku ji berî Îsa û Mûsa mane!- ji wî ûrê xwe yî genî derdixin û çaxê ku galegal û mastirbasyona devavêtinê diqede, em kef û þêlava devê xwe bi destmalan paqiþ dikin... û ez ji ezbenî û delala xwe re bibêjim, em wan destmalan weke sêhirbazekê –bê mane!- dixin devê wan þûþeyan û hazir dikin!
Ezbenî, molotof-kokteyla me hazir e!?...
Keko,
fermo molotof!..
Hevalê
hêja, molotofa me amade ye!?...
Koçer
arqadaþ, ti pêþniyarên te hene???
Erê
welleh hene: De vêca kerem bikin em bixwin –pardon- em di rûyê neyar de
biteqînin!
Neyarê çi halê çi!
Helbet
molotofeke welê belaþ, hûn jî dizanin ku bi kerî ti neyarî jî nayê.
Ezbenî, molotofên bi vî rengî, an em di rûyê heval û dostên xwe de diteqînin; an jî gelek caran di destê me de diteqin.
Helbet
zirara herî mezin jî em bixwe dibînin!
Ji ber ku: Molotof çêkero, bixwe kiro...
Ji
ber ku, em di afir û dersxaneyên zirbavên xwe de fêrî çêkirina van
molotofan bûn.
Ji ber ku, em li ber destê zirbavên xwe bi lêdan û xeberan fêrî
çêrkirinê bûn...
Ji ber ku, aqilê me weke þûþeyeke vala bi destê zirbavên me
hatiye tejîkirin.
Vêca em radibin, molotofên xwe bi aqilê zirbavên xwe davêjin
hev...
Lê tiþta herî malkambax jî ev e ku, îro zarokên me weke pêlîstokekê
bi van ‘molotof’an ve mezin dibin. Çêr û nifir weke mirina civakekê
xwe berdidin nav rihê zarokên me û ji wan re dibin molotof-kulturên nû.
Çêr û nifir û xeber û dijûn û siqêf û zêf, îro mîna silav
û kulavekê –bi taybetî bi destê medyaya me!- direþin ser serê civaka
me ya xwelîser.
Îro hin malperên me hene mîna molotofeke veþartî li benda te
disekinin; dema tu ditikînî di te de diteqin.
Di nav me de hin ‘egît û qehreman’ hene, bi rastî jî wekî
molotofên ber teqînê diçin û tên.
Ji zikreþî û hemû ‘reþ’iyan hatine dagirtin. Ji ber ku qewlê
wan borî ye; ji ber ku fikreke wan tuneye, diçin ji dikanên cîranan
molotofan dikirin.
Li gorî rewþa hewayê, ji bêrîka xwe molotofên xwe derdixin; carna vir ve davêjin carna wir ve. Carna molotofek dipeke tê li dilê BAÞÛR dikeve, carna li kezeba BAKÛR.
Xwedê me ji ba û bager û molotofên van camêran biparêze! Amînnnnn...
Evdile Koçer
copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org