Mûyê Pozê Civakekê 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

 
Em miletê kurd bi rastî jî pirr ecêb in. Em dikarin heta êvarê mûyên pozê Ereb Tirk û Eceman bihejmêrin, ji wan em dikarin hezar komployên nû biafrînin, lê çi ecêb e ku em mûyekî jî di pozê xwe de nabînin.
 
Jixwe roja ku ez ji vê ecêbatiyê misqalek jî fêm bikim, ez soz didim we ku ez ê li ber hizûra we tobe bikim û êdî dev ji nivîsê jî berdim.
 
Heke ez niha ji we re behsa mûyên pozê Tolstoy an jî Kafka bikim, dê hezar têgehên wekî “quretî, pozbilindî, zanînfiroþî…” bête bîra we, yekser hûn ê pozê xwe li min xwar bikin; heke ez behsa mûyê çend kêçên ku xwe li ber bêndera we wekî conegayên havînê nîþan dikin bikim belkî hûn pozê xwe dîsa xwar bikin.
 
Yanî bi rastî em jî ji xwe re mane heyîrî!!!
 
Na na dîsa dilê xwe nehêlin. Gelek caran em nivîskar ji we jî xirabtir in elahwekîl! Qet nebe carina tê bîra we ku mû di pozê we de hene; lê em miletê nivîskar jixwe vê yekê jî nizanin.
 
Heke hûn niha ji camêrî û dostaniya xwe, rexneyeke biçoçok li hevokeke min bigirin, (Çiiii?? Te gottt rexneeeee??) mimkûn e ku ez bi awayeke îndîrek bibêjim ku hûn dengê xwe didin AKPê jî, heke ku ez þerm nekim û ji we netirsim belkî di nivîseke din de ez behsa têkiliya malbata we û Ergenekonê jî bikim.
 
An jî belkî ez van rexneyên we ji xwe re bixim Ezraîl; belkî ez nan û ava xwe ya vê zivistanê bibirim, mimkûn e ku ez bi hezar teoriyên nû ve rexneyên we bi siyaseta AKPê û CHPê ve grê bidim û ji wir jî bînim ser pirsgrêka kurd.
 
Yanî dema ku meriv li hincetekî bigere û rojekî jî ji pozê xwe mûyekî raneke, meriv dikare ji nefseke mezin xwe wekî Îsa û Mûsayê dawî jî îlan bike.
 
Xwedê vê yekê neyne serê tu misilman û kafiran jî.
 
Ez bixwe gelek caran mereq dikim:
 
Rêveberên ku þeveqekê hema bêhemdî jî nikaribin ramûsanek deynin ser lamên zarokên xwe, gelo bi kîjan wîjdanî dikarin behsa qedera civaka me jî bikin???
 
Edîtorên ku wekî mûyê pozê xwe jî qîmetekê nedin karîkatûrekê an jî henekekê, gelo bi kîjan hiþî dixwazin ku awirên xwendevanên kurd av bidin???
 
Tirkên ku bi kurdî(?) ji tirkan re behsa heq û hiqûqê bikin, gelo bi rastî jî dixwazin behsa çi bikin???
 
Kurdên ku heta êvarê AKP û CHPê di nav rexneyên tûj de digevizînin lê ji þaþiyên partiyên xwe re jî çepikan lê dixin, gelo bi rastî jî ji me re Kurdistaneke çawa dixwazin???
 
Jin û pîrekên kurd ên ku 24 saetan bi tirkî dil û hinavên xwe hine û sorav dikin, gelo ji me re qala azadiyeke çawa dikin ya Rebîîî???
 
Parlamenterên kurd ên ku di meclîsê de nikaribin navê gundê xwe yê kurdî ‘biqîrin’, gelo ji ‘KÛRT SORUNU’ an jî ji hilbijartinê çi fêm dikin ya Xwedêêêê???
 
Gelo civakeke ku nikaribe mûyekî ji pozê xwe rake, dê çawa, çilo, çer û bi çi rengî xwe ava bike ya îlahî???
 
 
 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org