|
|
Nameyek
aþkere ji Selîm Temo re
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Kekê
Selîm, min çarþema borî di TRT 6ê de bernameya te ya
helbestxwendinê temaþe kir.
-
- Min
hew dît ku te li ser avahiyeke dîrokî di bin alaya Tirkiyê de bi eþq
û can helbestên Melayê Cizîrî dixwendin.
-
- Bi
dengê te yî melûl yê
helbestiyane ve alaya Tirkiyê li ba dibû. (Min bi çavê serê xwe dîtin!)
Li ber çavê min, alaya tirkiyê dibû ezrailek û li ser rihê
helbestên Melayê Cizîrî li ba dibû.
-
- Ev
dîmen heta niha ji min re fantaziyeke absûrd bû, lê niha bi xêra
dengê te yê kurdî re li ber çavê min bû rastiyeke absûrd.
-
- Na
na, ti hêviyeke min ya wisa mezin ji te tune ku tu jî wekî Edward
Saîd çend têgehên serdestan pûç bikî û ‘kevir’ê rewþenbîriyê
bavêjî qereqola serdestan.
-
- Lê
qet nebe tu jî bi helbestên Melayê Cizîrî ve di bin wê alaya
tirkan de ‘qereqol’a serdestiyeke nû bi wî dengê xwe yî melûl
ve li ser nifþên nû ferz neke ezîzê mino.
-
- Ne
hedê min e ku ez aqil bidim tu kurdî û behs bikim ku di bin wê
alayê de dengê bi sedan helbestvanên kurd hatiye birîn, lê bi
izna te be ez ê behsa çend tiþtên din bikim.
-
- Heke
alaya Tirkiyê di bin çiveçiv û xuþexuþa dengê helbesta kurdî
de li ba bibe ez ê dengê xwe nekim, lê berevajî vê yekê,
helbesta kurdî bi xêra dengê te di bin alaya Tirkiyê de kedî
dibe, emrê wê alaya têrxwîn dirêj dike, ji rihê xwe yî serhildêr
dikeve û ber bi xulamtiyeke nû ve dimeþe.
-
- Tu
li hêlekî behsa ‘dekoder’iya rewþenbîriyê dikî, lê li hêla
din jî naxwazî bibînî ku tu ji serdestên nû re dekoderiyekê dikî.
-
- Tu
hêlekî behsa rewþenbîrên serbixwe dikî, lê li hêla din jî tu
di bin alaya tirkan de dîwana rewþenbîriya xwe xweþ dikî.
-
- Kekê
Selîm, heqîqeta rastiyê li her derî eynî ye, li ba Edward Saîd jî
û li ba Ehmedê Xanî jî, lê heta ku tu nanê ‘rast’iyê wekî
rastîbadana xwe bipêjî û di TRT 6’ê de bibêjî, helbet wê rûpelên
medyaya tirk ji te re vekirîbin.
-
- Heta
ku tu di bin alaya tirkan de rihê helbesta kurdî kedî bikî, helbet
wê serdestên nû berê mîkrofon û kamerayên xwe yên gerînok
bidin ber devê te.
-
- Lê
wê medyaya serdestan tu carî ji te nepirse ka ji ber çi 36 kalikên
te hatine bidarvekirin; ji ber ku ew niha dixwazin derewên
desthilatdariya xwe bi neviyên wan kalikan pîne bikin.
-
- Ligel
silavên rengîn…
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|