Nameyek vekirî ji Enstitûya Zazakî re!
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
Birêzan,
 
berî her tiþtî ji bo vê e-nameya we ya nazik û delal ji dil spas dikim.
 
Hûn di e-nameya xwe de rexneyek biçûk li nivîsa min ya bi navê 'Her zimanek insanek e!' (http://www.diyarname.com/diyarname/index.php?option=com_content&task=view&id=923&Itemid=1) digirin û bala min dikiþînin ser vê yekê:
 
            “…bi icaza te em divê ku bêjin, te nivîsa xwe de xeleteki piçûk kiriye: Te zimanên Zazakî  û Goranî wekî "zarava" niþan daye. Pêþ sed salê Îronologên wekî Oskar Mannî û Karl Hadankî isbat kirine ku Zazakî u Goranî ne aidê Kurdiyê ne, ewan nav lisanên îranî da zimanên serbixwe ne...”
 
Ya rastî berî vê yekê jî hin fikrên bi vî rengî li ser serê civaka “me” digeriyan. Heta ku lêkolîner û zimanzanên wekî Malmisanij hebin, helbet ne he(q)dê min e ku ez li ser hebûn û çawaniya Zazakî û Soranî(goranî) tiþtekî bibêjim.
 
Ji min re niha wekî biratiya ‘dew û mast’î diyar û zelal e ku zazakî, soranî, kurmancî ji malbata zimanê Kurdî ne.
 
Dema ez van gotinan vedirêsim derdê min ne ew e ku ez pala fikrên xwe bidim hin teoriyên hazir ên bêndera ‘cemaatek’ê!
 
Helbet dê zimanzan û lêkolînerên hêja bersivên maqul bidin, lê ez dixwazim vê yekê vebêjim ezbenî:
 
Heke zazakî bi tena serê xwe zimanek be jî(mûmkun e!) an zaravayeke kurdî be jî(mûmkun e! Bo min wisa ye!) an jî ji ber sedemên siyasî/aborî ji malbata zimanê kurdî veqete û bibe zimanek jî(mûmkun e!), bo min ya girîng ew e ku zazakîaxêv jî wekî her kesî ‘rih û hebûn’a xwe biparêzin û xwe di bin ‘sî’ya hin zarava û zimanên din de neperçiqînin!
 
Jixwe mijara hemû nivîsên min jî li ser vê yekê ne.
 
Bi ya min divê dildarên zazakî û kurmancî hebûna û çawaniya xwe li ser bedena hev “îspat” nekin.
 
Ez dizanim ku ‘îktîdara kurmancî’ çiqas roj diçe per û pûtê zazakî dadibelîne nava xwe; weke ku îktîdara tirkî tîne serê kurmancî. Mixabin rengê îktîdarê, þekl û þemala vê ‘ba û hewa’ya cografya me wisa ye!
 
Dilê min dixwaze bibêjim ku xwezî kurmancî zaravayê zazakî bûya; lê dibe ku hingê ev çîroka îktîdara sêserî dîsa bi rengekî dîtir xwe dubare bikira…
 
Awayê rexne û nîqaþên me her çi bin jî, lê hêvî dikim ku xebatên we yên li ser zazakî her gurtir bibin…
 
Weþ u war býmanê ! (bimînin di xweþiyê de!)
 
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org