Navê min Hrant Dînk e!

 

 Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

Dibe ku te navê min seh nekiribe û nizanibî ez kî me.

Ez mirovekî Ermenî me; di sala 1954an de li Meletiyeyê hatime dinyayê. Di heþtsaliya xwe de bi malbata xwe re me koçî  Stenbolê kir û dû re di sêwîxaneya Ermeniyan de ez mezin bûm.

Di Ûnîvesîteya Stenbolê de min Zoolojî xwend û paþê min dil berda xwendina felsefeyê.

Ji ber fikrên xwe ji mektebê hatime avêtin, gelek caran hatime girtin û îþkencekirin.

Ez sernivîskarê Rojnameya Ermenîkî-Tirkî ya bi navê Agos bûm, her wiha di gelek rojnameyên din de jî nivîsên min diweþiyan.

Vê dawiyê jî dozek li min vekiribûn û xwedêgiravî îdîa dikirin ku min bi fikir û nêrinên xwe "heqeretê li tirkbûnê" kiriye,  paþê camêran 6 meh cezayê zindanê li min birîn.

Lê di ber re jî nameyên tehdîtan ên kuþtinê, dijûn û heqeretên xef û eþkere ji serê min kêm nedibûn. Her çiqas min van  tehdîdan radigihand mehkeme û dozgeran jî lê qet pere nedikir!

Welhasil ezbenî ez serê te nehêþînim, doh ber bi êvarê li ber devê deriyê Rojnameya xwe Agosê bi sê guleyan hatim kuþtin.

Min rûyê qatilê xwe nedît, lê wexta ku nefesa min diçikiya û min hêdî hêdî deriyê jiyaneke din vedikir, qatilê min wiha bi ser min de diqêriya: "Min ermeniyek kuþtttttt...!" 

Lê xwedê heye bi vî DENGê tirsonekî ve rûyê qatilê min jî ji niþka ve kete ber çavê min.

Belkî te jî rûyê wî qatilî li derekê dîtibe!

Erê xweþ dihat bîra min, dema ku di qirkirina me Ermeniyan de dest datanîn ser mal û milkê me û bi gotinên xav ve dema ku  agir berdidan bedena me û digotin "Bimre Ermeniyên qerwaþ...!" dîsa heman DENG bû...

Dema ku cendekên Kurdan ên serjêkirî li ser rojnameyên Medyaya Tirk radixistin û bi herfên xwînî ve digotin "Pîçên Ermeniyan...", dîsa ew DENG bû... 

Dema ku li sikake teng travestiyek lêdan jî bixwara, dema ku di maleke feqîr de qrêneke biçûk jî derketa, welhasil dema ku ji henekeke beredayî re gotinek jî lazim bûya, dîsa heman DENG dihat hawarê, "Kuçikê Ermenî...!"

Yanî bi kurt û ermenîkî: Ew DENG hema bêje bûbû dengê hemû civaka Tirkiyeyê!

Jixwe hemû jiyana xwe min da ser vê riyê û min xwest ku ez vî DENGî ji hevûdu veçirînim û eþkereyî raya giþtî û cenabê te bikim.

Lê mixabin emrê min têra vê yekê nekir: Doh ber bi êvarê li ber devê deriyê Rojnameya xwe Agosê bi sê guleyan hatim kuþtin.

Ezbenî, navê min Hrant Dînk e!

Min xwest bînim bîra te jî: Heke tu stûyê wî "DENG"î negirî û kedî nekî, dê ew "DENG" bête stûyê te bigire. 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org