Neviyên Roma Reþ

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Dema meriv carina gohê xwe dide hin neviyên Roma Reþ ên wekî Yusuf Halaçoglu meriv ji kena dîn dibe û ji xwe re dibêje: Ya rebî bê lome!
 
Meriv li ser wê ‘Pira Tîrajîkomîk’ disekine û ji xwe re dikeve mitalayên kûr.
 
Ê me jî adetek e ku dema aqilmendekî wan kevirekî davêje bîra tirkbûnê, em hemû di der dora wê bîrê re fetlan didin xwe û kurd û kurdistanîbûna xwe dipîvin.
 
Ez bawer dikim ku heke rojekê kurd dev ji doz û hebûna xwe jî berdin (gerçî serê we sax be hinekan zûde dev jê berdaye jîîîî!) û bixwazin ji dil û kezeb û gurçika xwe bibin tirk jî, vêca kesên wekî Halaçoglu dê qîma xwe neynin û dê bi dar û þonikan ve bidin dû wan heta ku di Hewlêrê re derkevin!
 
Mesele ez sibe þeveqê bi alayeke tirkan ve biçim ber devê deriyê Saziya Dîroka Tirk û bi sirûda netewî “Korkma Sonmez” ve ji Yusuf Halaçoglu daxwaza tirkbûnekî bo xwe bikim, gelo dê çi ji min re bibêje bi rastî ez mereq dikim.
 
Belkî bi þûr û mertalê xwe ve li rûyê min binêre û bi gotineke dîplomatîk ve bibêje “Berxê min bêhna penîr û tewaþê koçeran ji te tê, tu bi kêrî me nayî!”
 
Piþtî vê yekê ez biçim xwe bi ava zemzemê jî biþûm, bi êl û eþîra xwe ve rojê sê danan ez qebra Atatûrkî jî tewaf bikim, bi Sirri Sakik re ez biçim þemotî û holîganiya “Maçên Mîllî” jî bikim, bi Aysel Tugluk re ez zend û bendê xwe vemalim û biçim ava Botanê bi bîdon û gumguman ve hilkêþim û teslîmî Melîh Gokçek jî bikim, tirsa min ew e ku hema fotokopiyeke “tirkbûn”ekê jî nedin min.
 
Ya rastî dê heqê wan jî hebe; ma hûn nabînin heta ku ‘Kefenê Tirkbûn’ê pispêrtin Abdullah Gûl çi filîm bi serê rebenî gerandin!
 
Ji ber ku ev mejiyên ku ‘peykerên tirkbûnê’ diteriþînin û di nav xwe de mezin dikin, carina baweriya wan jî bi hev nayê û tirkbûnê naspêrin hev jî.
 
Ev tirkbûn di destê wan de dibe kevirekî tenî û bi korezanî her ser û çav hev reþ dikin.
 
Jixwe bav û kalên me jî ji ber vê yekê li rûyê wan nihêrtine û ji wan re gotine: ROMA REÞÞÞÞ!
 
 
Koçer-ferhengok:
 
Yusuf Halaçoglu: Xwedêjêstandiyê aqilsivik (Serokê Saziya Dîroka Tirk)
 
Pira Tîrajîkomîk: Pira ku meriv ji halê xwe û hevalê xwe re nizane ka li ser bigirî an bikene
Bîra tirkbûnê: Gelo bîra kurdbûnê çiqas kûr e?
 
Kurd û kurdistanîbûn: Du têgehên ku hinek kurd dixwazin xwe jê biþûn
 
Sirûda netewî: Gelo çend zarok ên parlamenterên kurd pê dizanin!??
 
Korkma Sonmez: Netirse, Natemire
 
Berxê min: Gotina ku rih pê vedibe
 
Qebra Atatûrk: Rawestgeha mecbûrî
 
Sirri Sakik: Mala minê!
 
Þemotî û holîgantî: Bijî rihê jixwenebawer
 
Aysel Tugluk: Þerebvexwura Sevr-vejîner
 
Melîh Gokçek: Þabaþ bo Emîn Çolaþan
 
Fotokopiya tirkbûnê: Tarîqata emirkurt
 
Kefenê tirkbûnê: Taya mirinê
 
Abdullah Gûl: Qehremanê pepûk û reben ê di filmên tirkan de (lê divê kurd jî gezek nan bidinê!?)
 
Peykerên tirkbûnê: Sadam bînin bîra xwe
 
Kevirekî tenî: Ji bo ku em kurdî û hebûna xwe jibîr bikin hê jî(?) dixin destê me
 
Korezanî: Aqilê sivik barê giran
 
Roma Reþ: Roma Reþ e!
 
 
 
 
 
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org