Newroz e… Newroz e…
  
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
Newroz e… Xuþexuþa dilê biharê ye. Çîveçîva strana azadiyê ye. Kulîlkên stûxwar ên adarê, xwe li bêhna sibehên welatê min digirin.
 
Newroz e… Bêrîkirina azadiyê, wekî pêtên agirî ji rûyê zarokên delalokî dipeke û bi govendgerîna xwe ve li rûyê gund û bajarên min ên dagirkirî dikeve… Rêça þervanên bênav, bi çirûskên rojê re þîn dibin.
 
Newroz e… Kela dilê min dibe kenogirî û xwe berdide ser hemû hêviyên þîlanên siya Newrozê. Tilîliyeke porspî ji dilê min dipeke û bi tilîliyên din ên dilevîn re dibe banga azadiyê.
 
Newroz e… Bi gotinên serxweþ re, hêsirên dayikan aþ dikim û direþînim ser hemû deþt û zozanên Kurdistanê.
 
Newroz e… Lo lo þaîro, “ji min re qala baranê neke!”(1), ronahiya Newrozê bibarîne ser hinavên civaka min; tovê rojeke nû bireþîne ser xewnên dayikên xemgîn.
 
Newroz e… Lo lo þehîdo, de vêca serê xwe rake, êdî wext e, bide xatirê vê roja nû û bide xatirê mezinahiya xwe, ji dilê xwe yê henûnok qanûneke nû çêke û hemû “Ne-yaran bixe yar û dost û bira!”(2)
 
Newroz e…  Daweta qewmê ji agir e. Prometheus banga vê dawetê kiribû: Serî li hemû ‘Xweda’yan hildabû, ji wan agir dizîbû û ji însanan re xistibû destmal! Kawayê Hesinkar agir berdabû textê hemû dîktatoran. Niha zarokên Qendîl û Helebçeyê pêta vî agirî gurtir dikin û xewnereþkên nû direþînin ser serê dîktatorên dilreþ.
 
Newroz e… Ezbenî, çavê te ronî, “Roja ku dibûye î´dê Newrûz… Bilcumle diçûn der ji malan hetta digihiþte pîr û kalan…”(3), mizgînî li te helbestvanê nemir, “Wa roj helat le bendenî berzî welatewe, Xiwênî þehîd rengî þefeq þewiq her edatewe”(4), êdî xemê nexwe, gotinên te bûn ala û ketin ser siya gelek dengxweþan.
 
Newroz e… Keçika ku dilê xwe bi çîçekên Newrozê xemilandiye, xortê ku hezkirinê di paþila xwe de germ dike, dê çaverêya hev bikin, dê agirê dilê xwe vêxin û dê serê xwe deynin ser bihara rojeka nû.
 
Newroz e… Ez ê îro kaniya hemû ramûsanên dilê xwe bi awirên yara xwe der bikim û ji hinarikên wê re bixim rojeke nû û ez ê jê re bibêjim: Newroza te pîroz be!
 
***
(1)   Vîctor Hugo
(2)   Paul Eluard
(3)   Ehmedê Xanî
(4)   Pîremêrd

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org