|
|
Nexweþiya
Peyîvînê!
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Li
ser çi be, li ser kîjan mijarê be qet ferq nake ezbenî.
Dixwaze her bipeyîve. Þev û roj birbira wî ye. Þeqþeqa devê
wî ye li ser serê me heyran.
-
- Dixwaze
kezeba dilê xwe rihet bike, lê bila di navbera me de bimîne
kezeba me jî pê re reþþþþþ dibe. Em dikin û nakin, em
nizanin xwe çawa jê veþêrin û xilas bikin. Nexweþiya peyîvînê
pê re heye heyran!
-
- Em
dixwazin ku bi sê çar gotinên lihevhatî ve tama siyasetê
bixe mala me, lê ew bi wê nexweþiya xwe ya “Tir li ku, das
li ku” ve her tiþtî tevlihev dike. Bi werîsê xwe yê peyîvînê
ve îmana me derdixe.
-
- Em
bêjin camêr dixwaze behsa ‘Siyaseta Ziman’ bike, lê te
hew dît ku çîroka kunciyê bavê xwe vedibêje!
-
- Li
ser navê siyasetê pivpivê dike û dilê xwe bi xeberdanê
rihet dike. Li ser her tiþtî qonîþmîþ dibe, lê du gotinan
jî ji kaniya siyasetê napeyîve. Zimanê wî diweste, devê wî
diqerime, gohê me kerr dibe, lê em nizanin ka mêrê diya me
behsa siyasetê an miyasetê dike.
-
- Em
li bendê ne ku romaneke qerase bixe mala me, lê hemû xeberdanên
xwe yên li ser sergoyan bi rengekî dixe devê qehremanên xwe
yên di romanê de û îmana me derdixe. Kes jê re tiþtekî
nabêje. Qehremanên wî yên reben jî wekî me di destê esîr
mane. Hewlo hawar gidînoooo!
-
- Qehremanên
wî jî û em jî, nizanin bê emê ji ber peyîvîna wî ya bêlomeyî
bi ku ve birevin. Li þûna ku wê qehremanên wî yên di pirtûkê
de bipeyîvin, ew zimanê xwe heft metro dirêj dike. Li ser navê
her kesî birbirê dike! Li þûna ku wê di tevna çîrokê de
xewn û xeyalên qehremanê xwe vebêje, radibe ji me re behsa tîbûna
xwe ya peyîvînê dike.
-
- Ew
bixwe jî dizane ku di halekî normal de wê kes gohê xwe nediyê,
loma bi wê pirtûka ku wekî ka û ceyê ji xeberdanên xwe tejî
kiriye, bi darê zorê dibe mêvanê mala me. De vêca were safî
bike ezbenî!
-
- Welhasil
li þûna ku wê hostatiya xwe ya peyvrêsînê nîþanî me
bike, li þûna ku wê wekî ‘zilam’an pênc þeþ hevokan
biwelidîne, bikesixîne, bitarêþîne, biedlîne, bibiriqîne,
bixemlîne, binermîne û birêsîne, mêro radibe hewdeloka di
çala hiþê xwe de vedirêþe nava pirtûkê û wekî îþkenceyeke
mezin di gewriya hiþê me re xwe berdide jêr.
-
- Nexweþiya
xwe ya peyîvînê, wekî nivîsandina pirtûkekê li ser serê
me ferz dike!
-
- Em
li hêviyê ne ku di panelekî de li ser mijara destnîþankirî
ji me pepûkên Xwedê re wekî camêran du sê hevokan rêz
bike, lê ew dîsa wê vîrûsa xwe ya peyîvînê berdide ser
me û firþiyê ji devê me derdixîne. Loma her tiþtê ku ew
behs bike, cîdî nayê girtin. Loma kes êdî berê xwe nade
panelan jî.
-
- Mesele
em bêjin wê ji me re behsa ‘Pêlava Xwesûyê’ bike, lê
camêr hêj ku negotiye pêlav, hevsarê xeberdanê diwelizîne
û dirêj dike, bi hevsarên hemû xeberdanên xwe yên
derengmayî re grê dide, ji wir berê xwe dide ‘Newala
Pirsgirêka Kurd’.
-
- Jixwe
serê we xweþ be, yê ku carekî ket ‘Newala Pirsgirêka
Kurd’, nema êdî ji wir derdikeve. Yanî heke xwesûya reben
di wê ‘newalê peyîvînê’ de li rastî wî neyê û pêlava
xwe lê newerîne, wê heta sê sal û sê mehên din jî li ser
pirsgirêka kurd bipeyîve.
-
- Wê
peyîvîn û xeberdanên xwe yên sifto û genî wekî miska pîroz
bi ser serê me de bibarîne. Ez gotinên xwe li vir diqedînim,
nexwe wê niha peþka nexweþiya peyîvînê li min jî bikeve
heyran!
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|