|
|
Nexweþiyên
Bindestan
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Nexweþiyên
bindestan bêreng û bêfesal in; serserî û bêserî ne; bêçare û
bêderman in; þîzofrenîk û mîzofrenîk in; stûr û pehn in; kurt
û dirêj in; neteweyî û navneteweyî ne; ne tê gotin û ne tê
sotin in…
-
- Bêlome
ne ezbenî, bêlome!!!
-
- Rojê
sê danan di televîzyonên xwe de derkevin jî, lê ya rastî
dixwazin di sergoya medyaya bindestan de pozê xwe derxînin, da ku li
wir ‘nexweþiya xwe’ nîþanî her kesî bikin.
-
- Ji
nan û avê bêtir hez ji teoriyên komployî dikin; roja ku hevsarê
CIA, MOSSAD, MÎT û TÎTê bi hev re grê nedin sebra wan nayê; roja
ku îmana komployeke nû dernexînin wê ji nêza bimirin heyran.
-
- Xwe
wekî ‘bav û bapîr’ê wêjeya kurdî, sultan û paþayê
siyaseta kurdî û xal û xaltîkên hemû quzilqurtan bi nav dikin; lê
wekî zarokên ber taq û dîwaran serê pêþîn dixwazin di neynika
serdestên xwe de ‘keçel’iya xwe nîþanî me bikin.
-
- Dema
ku carekê bêhemdî jî ji serdestên xwe aciz bibin, çi ecêb e ku
hema di cih de çêr û xeberan li muxalîfên xwe dibarînin. (Tu li
ku yî Sigmund Freud???)
-
- Ji
kêfxweþî û bextewariya her kesî dihesidin; dema ku nûçeyeke xweþ
an jî mizgîniyeke xêrê seh dikin, dibêjin qey wê tiþteke nexweþ
bête serê wan.
-
- Bêhemdî
gotineke xweþ ya kurdî jî bikeve ser devê wî, mêrê diya me
illeh billeh dixwaze ku li ber mehkemeya zimanê tirkî maneya wê
gotinê derxîne, bipîve, bidarizîne, sed mane û analîzên beredayî
pê ve deyne. Nexwe sebra wan nayê ezbenî; ji ber ku li ber mizgefta
tirkî mezin bûne. (Ez niha tif bikim erdê, wê niha yek bibêje ka
tirkiya wê çi ye??? Xwedayooo, ma nexweþiyek ji vê mezintir
heye???)
-
- Her
çiqas ku ew li dijî serdestan jî bin, lê hez dikin ku rojek ji rojên
Xwedê bibin ‘serdest’ê civaka xwe, da ku li ser serê civakê kêfa
axatiyê bikin û firþiya her kesî derxînin.
-
- Dixwazin
ku bindestiya xwe di bazara serdestan re bixin du qurîþ pere. Ji bo
vê yekê sed fetl û fîtan didin bindestiya xwe; li ba serdestan xwe
wekî bindestê herî resen bi nav dikin.
-
- Li
ber radyoya Enqerê mezin bibin jî, lê li her derî behsa radyoya Êrîwanê
dikin û bi rengekî bi welatparêziya xwe ya vala ve pîne dikin.
-
- Li
tu derî behs nakin bê çawa ew bibûn bilbilê tirkî, lê li her
derî dengê xwe bilind dikin bê çawa di zarokatiya xwe de xwedêgiravî
bi dizîka fêrî kurdî bûne. (Tu dibêjî qey meriv dû re fêrî
tiþtekî bibe eyb e. Ýlleh billeh zarokatî. Ya rebî bêlome!!!)
-
- Hez
dikin ku li ber navê wan ‘PROF û D.r.’ bête nivîsandin, da ku
bikaribin kopalê xwe yê ‘xwelîseriya zanîn’ê li serê civakê
jî bixin. (Lê Doktor û Profesorên wan tu carî li ber navê xwe tiþteke
wisa nanivîsin. Ji ber ku hin kes pêþî fêrî têgehên ‘mûtevazî’tiyê
dibin!)
-
- Dû
re kurdî kiþf dikin. Li ber deriyên serdestan dixwazin bejna
kurdiya xwe bipîvin; dixwazin li ber wan deriyan kiraseke lewitî ji
kurdiya reben re peyda bikin.
-
- Nexweþiyên
bindestan bêreng û bêfesal in; serserî û bêserî ne; bêçare û
bêderman in; þîzofrenîk û mîzofrenîk in; stûr û pehn in; kurt
û dirêj in; neteweyî û navneteweyî ne; ne tê gotin û ne tê
sotin in…
-
- Bêlome
ne ezbenî, bêlome!!!
-
-
-
-
-
|
|
|