|
|
Nivîsên
ku ez ê binivîsim!
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Madem
ku Azadiya Welat dîsa ‘þûr’ê xwe tûj dike…
-
- Madem
ku dixwaze gotina kurdî ji bakuriyên me re bixe nivîþk, qelî,
to, hingiv û nanê sêlê…
-
- Madem
ku di hemû þert mercan de jî teslîmî ‘Hiþê Ergenekona Kemalîst’
nabe…
-
- Madem
ku þûrê kurdî dîsa bilind dike…
-
- Ê
nexwe divê ez koçerê xwedê jî kopalê xwe hildim û hêzeke nû
bidim vî kar û xebatî. Nexwe bi serê xwe û we bikim, heta êvarê
ez behsa krîterên koçertiyê jî bikim, bi þev û roj ez qala þert
û îmanên welatparêziyê jî bikim divê hûn ji min bawer nekin!
-
- Loma
ez li vir aþkere dikim bê ez ê di pêþerojê de di vî quncikî
de li ser çi binivîsim:
-
- 1-
Tirkiya Guler Iþik ya di TRT Þeþê de. (Hermetê, carna
wekî demokrasiya TCê çend gotinên kurdî dixe nav bernama xwe û
dû re mineta xwe jî li me dike heyran! Heke rehmetî Cegerxwîn
sax bûya, helbet dê jê re bigota, “Tirkiya te pir baþ e keça
min, aferîm ji te re…”)
-
- 2-
Kurdên ku dixwazin romannûsiyê bikin û kurdên ku
dixwazin bîranînên xwe wekî ‘roman’ çap bikin! (Ev mesele
ji êþa mirîþkan jî xirabtir e!)
-
- 3-
Ferqa þivantî û gavantiyê! Û ferqa zimannasî û
diran-nasiyê! (Gelek þivan hene berî ku bibin xwedîpez
dibin þivan, gelek ‘zimannas’ hene berî ku bibin xwendevan xwe
li teoriyên zimannasiyê diqelibînin! Ya rebî bê lome!)
-
- 4-
Belediyeyên ku li ser navê ‘kurdîtî’yê muxtariya
Dewletê dikin! (Gerçî heqê hemû hilbijêrên kurd heye ku his
bikin belediya wan provayên dewletbûnê dike, lê bi serê we bi vî
aqilê belediye-gerînê ve em nikarin koxikekê jî ava bikin!)
-
- 5-
Dîktatorên biçûçok! (Siyaseta ku dîktatorên biçûçok
diwedilîne.)
-
- 6-
Civaka ku hez ji xayîn û qehreman dike! (Gladyatorên ku ji
civaka xwelîser re dibin qurban)
-
- 7-
Ferhenga Kurdên Swêdê. (Gerçî ji ferhenga kurdên Swêdê
re gelek peyvên hemwate(synonym) lazim in, lê bila baweriya we bi
koçerê we were…)
-
- 8-
Mîzaha legal û îllegal! (Kurdên ku wekî siyaseta îllegal,
nizanin mîzahê jî legalîze bikin û deynin ser sofreya civakê!)
-
- 9-
Medyaya erzan û belaþ! (Medyaya kurdî ya bê rojev, ya ku
rojevên cîranên xwe kopî dike û datîne ser tenûra me!)
-
- 10-
Serokên ku dixwazin bibin nivîskar û nivîskarên ku
dixwazin bibin serok! (Ma hewce ye ku ez behsa vê meseleyê bikim?
Ma hewce ye ku ez ji we re bibêjim MAST?)
-
-
-
-
|
|
|