Olimpiyada Amedê

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

Hela ka hûn jî carekê li ser vê yekê bifikirin: Heke ku ev Olimpiyada Pekîngê li Amedê pêk bihata, gelo dê kurdên me çi bikirana û dê kîjan xweliyê bi serê xwe de bikirana?
 
Ya rebî bê lome!
 
Van rojan ez li ser vê yekê difikirim; bi rastî jî ez nizanim bê ka ez bigirîm an jî bikenim.
 
Nebêjin çima, heke ku ev mesele biþibiya ‘Olimpiyada Civînan’ an jî ‘Olimpiyada Silav û Kulavan’ hingê sedîsed me yê haziriyên baþ bikirina.
 
Qet mereq nekin me yê hingê hemû xelat, diyarî û çequlatên din jî top bikirana û li gorî dilê xwe simbêlê xwe babidana.
 
Lê bi rastî ev meseleya Olimoiyadê çawa ku hûn jî dizanin naþibe simbêlbadayînê!
 
Ev heft sal e ku ev çîniyên me yên ‘hûrik’ bi þev û roj haziriya Olimoiyadê kirin; lê ez bawer dikim ku dê kurdên me di hefteya dawî de civîna ewil bo vê yekê bikirina; jixwe ev civîn çawa ku niha hûn jî texmîn dikin ku dê heft roj dewam bikira ku heta mêvan li deriyê wan bixistana… 
 
Berî du salan ji vê Olimoiyada Pekînê re malpereke qerase ava kirin, lê kurdên me piþtî xirecireke mezin dê biryar bigirtina û bigotana, ‘Malpereke taybetî ne lazim e heval, bila Cemîl Oguz di Diyarnamê de cihekî biçûk ji Olimoiyada Amedê re veqetîne…’
 
Medyaya dinyayê li gel bi dehan zimanan hewl dide ku bi çînî jî weþanê bike; lê ji bilî du sê kezebþewitiyan dê medya û rojnamegerên kurd pirsên xwe yên tirkî dê bixistana gule û dê di guhê me de biteqandana. 
 
Hemû saziyên dewleta çînê vê Olimoiyadê ji xwe re xistin hincet û ev bi salan e ku di medyaya dinyayê de danasîna welatê xwe dikin; lê dê kurdên me bi awayekî cîdî bigotana, ‘Danasîn ne lazim e arqadaþlar, jixwe ev dinyaya qûnek naxwaze ku me nas bike!’
 
Wisa kirin ku bi hezaran rojnamegerên dinyayê bi kêmanî fêrî çend gotinên zimanê çînî jî bûn; lê kurdên me dê di nav zimandirêjiyeke bêmane de gengeþiyê bikirina ka dê zimanê Olimoiyada Amedê bi tirkî an bi kurdî bûya?
 
Çand û hunera xwe ya bi hezar salan wisa xweþik nîþan kirin ku gelek kesan ji xwe þerm kir; lê mimkun bû ku hin kurdên me wekî hiþê dewleta kemalîst þal û þapikê bav û kalên me li Amedê qedexe bikirina heta ku Olimoiyad biqediya…
 
Nebêjin ku ez vê meseleyê pir mubalaxa dikim…
 
Ma ev jî tiþtek e ku ez dibêjim ezbenî!
 
Ez ê ji we re behsa gelek xirecir û serêþandinên din ên absûrd û bêlomeyî nekim!
 
Lêbelê, ez herî zêde ji vê yekê ditirsim:
 
Heke ku Komîteya Olimoiyadê bigota, ‘Hemû mesref û haziriyan em ê bikin, bi tenê destûr bidin ku em Olimoiyadê li Amedê li dar bixin…’, ez ditirsim ku hingê hin siyasetmedarên me yên tiral bigotana, ‘Ne lazim e heval, jixwe em her roj Olimoiyadekê çêdikin…!’.
 
Ya rebî bê lome!!!
 
Nebêjin nabe, jixwe tiþtên nebûyî li ba me dibin.

 

 

   

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org