OtoasîmIlasyon Derî JI AsîmIlasyonê Re VedIke!
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
 
Asîmilasyona bêbav bi hemû hêz û quweta xwe ve wekî gurê pîr di derdora te re diçe û tê; bi reng û awayên xwe yên ‘reþ û spî’ ve zorê dide hebûna te û dixwaze bi fetleke xapînok ve di derî re bikeve hundirê te…
 
Haya te çawa ku ji bayê felekê tunebe, herwiha ji bayê çanda man û nemanê jî tune.
 
Bi wê dilþêrînok û henûniya xwe ve tu jê re derî vedikî û dibêjî “Kerem bike!”
 
Bêyî ku tu navê wê bipirsî, bêyî ku tu giraniya bejna wê di mêzîna hiþê xwe de bipîvî, tu wê datînî ser dîwana mala xwe ya herî xweþik.
 
Dîwana malê hindik maye ku vereþe; lê haya te ji bayê korezaniyê tune!
 
***
 
Asîmilasyona dirinde di nava qesr û serayên saziyên xwe de her roj xwe ji nû ve divejîne; bi saya serê enstîtuyên xwe ser û çavên xwe dibiriqîne, bi kinc û libasên rengîn ve rojê sê danan xwe nipînû dike.
 
Bêhna sorav û misk û embera wê tê heta ber devê saziya koxika te.
 
Di nava halê xwe yê rizî û peritî de tu bi çar çavan meraqa bejn û bala wê asîmilasyonê dikî.
 
Hêj ku ewê qesta te nekirî tu bi xalîçe û qerenfîlan ve deriyê saziya xwe jê re vedikî; te dil heye ku tu bi lîmozînan ve pêþwaziya wê bikî.
 
Hemû kelam û gotinên wê wekî nivîþtiyan mîna ayetên pêxemberan bi misk û embera wê ve tu bi bedena saziya xwe ve dialiqînî.
 
Saziya te hindik maye ku vereþe; lê haya te ji bayê sazîbûnê tune!
 
***
 
Asîmilasyona bê keys û fesal bi xêra medyaya xwe serê her kêliyê diranê îktîdara xwe tûj dike. Bi manîpilasyonên sêserî ve çala îktîdara xwe mezintir, bi kampanyayên gulgulî ve xwe bi þûr û mertalên herî modern dike.
 
Di bin navê “Modernîzm, Dîn, Perwerde, Mûzîk, Rêzefilîm…” de serê her þeveqê nêçîriya civaka te dike.
 
Lê divê meriv heqê te jî nexwe. Xwedê heye, tu jî nêçîrekî baþ î haaa!
 
Ji ber wê meraqa gundîtiya xwe tu ji her tiþtî re hazir û nazir î. Mixabin bi wê babegîtî û simbêlboqiya xwe ve tu dikevî hemû xefik û toran.
 
Ji rabûn û runiþtandinê bigire heta çepitî û rojnamegeriyê, ji cixarekêþandinê bigire heta çêr û xeberan bi wê evdalî û êsîrtiya xwe ve tu ji mekteba asîmilasyonê fêr bûyî.
 
Heke ku ji te be, te dil heye ku tu þer û aþtiyê jî ji þêwaza îktîdara wê fêr bibî.
 
Di wan saziyên xwe de dilê te hê jî dibije ku tu wekî rêzefilmên asîmilasyonê bijî!
 
Rojekê tu þibakên saziya xwe diþkênî, jê direvî û dixwazî ji niþka ve bibî “Îbo, Izo, Mahso..”, roja din jî tu ‘dersên siyasetê’ didî me hemûyan û pêlî serê muxalifê cîranê xwe dikî.
 
Xwedê hefza meriv ji te bike!
 
***
 
Asîmilasyona rûreþ niha li ser textê îktîdara xwe gepa xwe germtir, simbêlê xwe stûrtir dike; ew ji min û te çêtir dizane ku êdî ne hewce ye serê her kêliyê xewa xwe biþeriqîne û berê xwe bide koxika civaka te.
 
Ji ber ku tu êdî xulamokê wê yê herî jidil, qenc û melahîm î!
 
Ji ber ku tu êdî murîdekî asîmilasyonê yê dîplom-wergirtî yî.
 
Bi “bismila”yê tu bi dest navê wê dikî û bi “amîn”eke delal ve diqedînî.
 
Gotineka asîmilasyonê ya herî beredayî jî, tu di nava civaka xwe de –haþa!- naxî dido.
 
Tu niha di meydana civaka xwe de çalekê dikolî; lê ez nizanim ne qebr e ne jî tiþteke din e!
 
Xwedê hefza meriv ji te bike!

 

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org