PARTIYA ZIMANÊ KURDÎ*
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
Ji bo Kampanyaya Zimanê Kurdî...
 
 
Li Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn, hin kes dema ku ji jina xwe jî aciz bibin, diçin partiyekê ava dikin... An jî gava ku, serê pêlava serokê xwe jî neecibînin, biryara avakirina partiyekê didin. Ji ber tabelayên van partiyan, carna meriv nikare di kolenekê de jî bimeþe.
           
            Hinek ji van partiyan hê ku ava nebûne, berpirs û avakarên wan serê hev dixwin û goþtê hev didin bistê. Hinek piþtî 3256 civînan ava dibin, lê ne ji malavayinê re ava dibin, ji malxerakirinê re...
 
Hinek jî bi þev û roj dibe qareqara wan, xwe diçirînin û di ser de heta qelenê zavatiya xwe jî didin, lê di hilbijartinan de ji xeynî rayên ‘eþîr’a xwe tenê simbêlê xwe badidin... 
           
            Lê ez dibêjim ku, heger ‘Partiya Zimanê Kurdî’ bê avakirin, wê heta ji ‘qorîcî’yên me jî rayan bistîne. Ku yên wekî ‘Îbo, Îzo û Mahso’ jî destê xwe deynin ser Mewlûda Mele Ehmedê Batê, tobe bikin û tevlî vê partiyê bibin, dibe ku hingê bibe roja haþ û mahþerê jî...
           
            Piþtî ku partiyek welê hate avakirin, ez bawer im wê hin partî û rêxistinên kurdan jî xwe fesx bikin, wê nav û tabelayên xwe bifroþin ‘Partiya Zimanê Tirkî’ û wê tevlî vê bibin.
 
Ez dikarim ji vêga ve sond bixwim ku, heta pismamê min jî wê partiya xwe ya ku di nav mala xwe de ava kiribû, fesx bike û wê bi 4 jin û 44 zarokên xwe ve tevlî vê partiyê bibe...
 
Dibe ku YKKBTD (Yekîtiya Kurdên Ku Bi Tirkî Diþtexilin) xwe ‘dayatmîþ’ bikin û zû bi zû xwe fesx nekin; lê mereq nekin, wê nikaribin xwe li ber pêla GLOBAL-KURDÎZMê bigirin.
 
            Divê ez mizgîniyeke bi þîr û þekir jî bidim we, lê divê hûn perûya wê bidin: Bi xêra vê partiyê, bê civîn mivîn û bê formûl û reçeteyan wê ‘Yekîtiya Kurdan’ jî ji ber xwe de ava bibe...
 
            Lê, ji bo ku ev ‘yekîtî’ di 24 saetan de neþeqite û nepeliþe, divê havêna vê partiyê ji çeqilmastê kurdîtiyê bê avêtin... Yanî yê ku hez ji ‘pîvaz’an jî bike û yê ku hez ji ‘xiyar’an jî bike, divê navê wan di deftera vê partiyê de li gorî alfabeya Celadet Bedirxan ji berekê ve bê nivîsandin. Lê, divê ew jî ‘pîvaz û xiyar’ên xwe bi kurdî bikiritînin...
 
Canik û camêrê ku bibe endama/ê vê partiyê, divê 99 caran li ser hev bibêje, “Bi xeml û xweþ e, þirîn û xweþ e, zimanê kurdî!”. Aîdata endametiyê jî, her meh bila 20 dolar –pardon û biborinizzz- 20 biwêj û 30 heb jî gotin ên pêþiyên kurdan be...
 
            Kesên bivên ku bibin rêveberê vê partiyê jî, divê qanûnên rêveberiya mala xwe bi kurdî hazir bikin û dû re bi kinc û bergên xwe yên neteweyî ve serî li partiyê bidin.
           
            Di Partiya Zimanê Kurdî de, divê devê tu evdê Xwedê ji xeynî ji ber axaftina kurdî, ji ber zimanekî din þil nebe. Nexwe bi çengek xwêya Gundê Þêx, wê devê wan bê þor kirin.
 
Yên ku ji bo serokbelediye û mebûstiyê jî devê xwe þil bikin, divê serê ewil navê teyrên Feqiyê Teyran û navê gundê Ehmedê Xanî, jiber bikin; paþê Xwedê û Melayê Cizîrî mezin e!
 
Ji bo serokatiya partiyê jî; da ku kes nekeve qirik û pêsîra hev û weke Çemê Firatê da ku xwîn neherike, bila her roj endamek bibe seroka/ê vê partiyê. Bi saya serê vê partiyê, wê her roj kurdek bibe ‘serok’ û wê ‘zewq û jehrî’ya serokatiyê jî fêm bike.
 
Belkî zûka poþman jî bibe, lê ez bawer im, bi vî awayî emê bikevin nav Rekorên Guinnessê jî... Yanî; piþtî 40 mîlyon rojên din, emê bibin xwediyê 40 mîlyon ‘serok’ên din...  
 
Ji bo serketin û pêþketina vê partiyê, divê her kes di nav partiyê de li gorî kezeb û gurçika xwe biþtexile û kulê dilê xwe birijîne ser maseyan; da ku þîrîniya zimanê kurdî her belav bibe û xwe ji nû ve vejîne... Yên ku gotinên xwe bi ‘resmî û þeklî’ vebêje û tevbigere, divê ji aliyê desteya disîplînê ve gohê wan bê kiþandin.
 
Heyîn û tunehiya vê partiyê, divê li ser kal û pîrên me bê tapûkirin... Di þax û navçeyên partiyê de, ji bo wan divê text û dîwanên taybet bêne çêkirin. Bila zimanzanên me jî, ji wan re çaya qaçax dem bikin û 25 saetan li devê wan binêrin... (Xaltîkê, ka dîsa bibêje, te got çi?...)
 
*Evdile Koçer, Govendistan, Mîzah, Weþanên Pêrî, Stenbol, 2002, r.15
 
 
Koçernotek:
 
Ehmed Huseynî bi nivîsa xwe ya bi navê ‘Partiya Zimanê Kurdî’ ve dîsa dixwaze agirê ‘kurdî’ geþ bike; Dilawer Zeraq, Salih Bozan û çend rêzdarên din jî dar û qafokên din avêtin ser vî agirî. Dildar û Nêrgizê jî zorê dan min ku ez vê nivîsa xwe ji tûrikê ‘Govendistan’ê derxim û pêta vî agirî gurtir bikim.

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org