Pêvajoya Mêvajoyê
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Pêvajoya wan çîk û mîk, îwer û mîwer, tiþt û miþt, ewk û mewk e..!
 
Tu vê pêvajoyê çîk jî bikî, bixemlînî û wekî bûkeke ewkirî li hespeke çîkirî jî bikî û bibî ser bazara îwerê jî, ewkek pê ve nayê heta ku mirov çîk bike û bixe tiþtek…
 
Tu hemû çîkên rojhilat jî lê bikî û di nav ava zemzemê de jî biþoyî, tu kirasên rojava jî lê ewk bikî, nabe pênc îwer…
 
Ji ber ku, ev çîk (yanî mirin, yanî quzilqurt, yanî serê marê korrr!) wekî kerekî piþtkurmî yî kulek î þeht e! Dikare bibe çîk-çîk û îwera wê jî, û dikare heta ku ‘Godot’ hat, li erdê çîkdirêjkirî wer jî bimîne…
 
Ku wer jî bimîne, ji ber çîka wê, ji ewka çîka wan re normal e! Yanî ewka wan, tiþteke çîk e! 
 
Lê ez bi qurbana we, hûn îwera pêvajoya xwe çîk nekin û nexin qurbana pêvajoya îwera wan.
 
Ew bi gotinên neqiþkirî ewk jî bikin, ew bi hestfiroþiyên þêxanane îwer jî bikin, ew wekî etarên gundê min û te xweþ jî bikin, hûn çîka xwe nedin ewka pêvajoya wan.
 
Pêvajoya wan çîkek dûvedirêj e! Îwerek belagiran e! Ewkek xwedêjêstandî ye! Di nav çîkên nezanîna wan de, di nav kevirên serê îwera wan de fetisiye.
 
Bûye ewka lanetê û ketiye stûyê îwera wan!
 
Dixwazin, vê çîk û ewka xwe bixin stûyê me jî…
 
Rê nedin vê pêvajoya wan a çîkbûyî ya serberedayî!
 
Nehêlin ku ew jî, di nav ewka pêvajoya xwe de çîk bibin û biçin çem û çem…
 
Tiþtekê bikin, çîkekê bikin -yawww ez çi dizanim heyran!- pêvajoya mejiyê xwe li pêvajoya nezanîna wan biqelibînin.
 
Tiþtên pêvajoya xwe, li nav çîka pêvajoya wan bixin û ji çîk-dirêjiya wan netirsin.
 
Bila çîk-çîk bikin, bila bibe ewk-ewka wan!
 
Wer çîk bikin ku, bila bizanibin çîka aqil û maqil, nîsk û baqil yek e!
 
Wan ewk bikin û di çîka pêvajoya xwe de biþon.
 
Lê ez bi qurbana we, bila dû re nebe çîk-çîk û ewk-ewka pêvajoya we jî…

 

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org