|
|
Piþtî
þeþ salan: Welatê Bindest -1-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Polîsên
sîvîl ên rewþenbîr(!)
-
- Piþtî
þeþ salan bi bêrîkirineke ku ez ê hemû nas û dost
û hevalan, û hemû xwelî û kevirên Kurdistanê dabalînim
nava rihê xwe û têhna xeyalên xwe pê biþkênim, berê
xwe didim bakurê welêt.
-
- Bi
mebesta 14’ê Sibatê roja çîrokan ya dinyayê dîsa
dibim mêvanê Mêrdîna delal. Hêj ku panela me dest pê
nekiriye, di bin siya dîroka Mêrdînê re bi Ronî War,
Rojîn Zarg, Sîdar Jîr û bi çend nivîskarên tirk û
hevalan re em çaya xwe vedixwin û rewþa hev dipirsin.
-
-
- Çeqçeqa
wênekêþ û kamerayên wekî yên TRT’ê her li ser rûyê
nivîskarên tirk e; kes fikreke me ya nivîskarên kurd
napirse ka xwedê ji me standiye ku em li vir pêlava xwe
diqetînin.
-
- Axir,
hêdî hêdî em berê xwe didin hêwana ku wê panel lê
bê çêkirin. Di rê de ez û Ronî War, Rojîn Zarg û Sîdar
Jîr bêyî ku haya me ji bayê felekê hebe ji xwe re
sohbetê dikin.
-
- Ji
niþka ve hermetek wekî polîseka sîvîl bi ser me de
diqîre, “Yabanci dil konuþmayin!”.(Bi zimanê biyanî
nepeyîvin!)
-
- Ez
dibêjim qey yekî henekeke beredayî kir. Lê, na!
-
- Belê
ev gotinên tirkî “Yabanci dil konuþmayin!” yên nivîskara
navdar(!) Furûzan wekî copeke polîsên sîvîl bi ser
rihê min de daweriyan.
-
- Ez
û Sîdar em li rûyê hev dinêrin, em bi hev re lal
dibin, zimanê me nagere ku em tiþtekî jê re bibêjin.
Piþtî çar pênç saniyên din ez wiha lê
vedigerînim, “Ji bo min jî zimanê tirkî biyanî
ye!” û em dikevin qirika hev.
-
- Ji
aliyekî ve ez naxwazim ku bi gotineke nexweþ ve dilê wê
hermeta(Furûzan) 75 salî biþkênim, ji aliyê din ve jî
ez zorê didim wê tirkiya xwe ya ku li Almanyayê ev þeþ
sal e ko bûye û bi ser hev de tînim...
-
- Ez
nizanim ji ber çi lê hema ji xwe de ew polîsên sîvîl
ên ku do(13’ê Sibatê) bi operasyona xwedêgiravî KCKê
avêtin ser mala hatin bîra min. Min hingê ji hevalan re
jî behs kir ku Furûzan jî bi vê ‘operasyon’a xwe
ve avêt ser rihê min.
-
- Xwedê
heye, belkî rehma polîsên sîvîl di derbarê kurdî de
ji ya Furûzan çêtir bû. Qet nebe hingê polîsên sîvîl
rê didan ku ez gotinên diya xwe yên kurdî li wan
wergerînim.
-
- Ez
serê xwe û we neêþînim, heta ku panela me qediya jî
bû pitpita Furûzan Xanimê; bi rengekî ‘edebî’ û
dîplomatîk sîvîl-polîstiya rihê xwe nîþanî me hemûyan
kir.
-
- Min
got qey ev qedera me bi dorê ye: rojekî polîsên sîvîl
davêjin ser mala te, roja din jî polîsa sîvîl a rewþenbîr(!)
davêje ser rihê.
-
- Piþtî
wê serdegirtina mala me diya min wisa got, “Ez ne li
ber binçavkirina birayê te dikevim, lê ez li ber vê
zilma li ser serê me dikevim ku her û her dewam
dike…”
-
- Piþtî
ku panela me qediya, min jî ji hevalekî re wisa got,
“Ez ne li ber Furûzan dikevim, lê ez li ber vî hiþê
rewþenbîrên tirk dikevim ku wekî polîsên sîvîl li
ser rih û hebûna me her û her hikûmdariyê dikin…”
-
- Axxx
welatooo! Axxx welatê bindest!
-
- Nîþe:
Wê çend dîmen û koçernotên min ên li ser ‘welatê
bindest’ berdewam bike!
-
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|