|
|
Piþtî
þeþ salan: Welatê Bindest -2-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
- Heke
ku hûn piþtî þeþ salan li rastî xwarzî û biraziyên
xwe bên ku bi hev re bi tirkî dipeyîvin gelo hûnê
çi his bikin?
-
- Ez
bixwe tiþtekî his nakim; hingê gotin diqede û
qiyameta min radibe; rihê min dibêjê wê tu
merivatiyeke te bi wan re nemîne!
-
- Kerem
bikin ez îro piçekî êþ û derdên xwe bi we re
parve bikim; werin îro li van êþên min binêrin bê
çawa roj bi roj di min de dibin nexweþiya penceþêrê
û rihê min teng dikin.
-
- ***
-
- Navê
biraziyên min Þîlan û Berken e. De min got qey wê
bi kurdî mezin bibin û ez rabûm berî þeþ salan min
van navên kurdî li wan kir.
-
- Lê
heft car heram be! Ji bo dermanê mirinê be jî çar
gotinên kurdî bi ser hev de naynin.
-
- Piþtî
þeþ salan mamê xwe yê nivîskar wiha pêþwazî
dikin, “Amca hoþ geldîn!”. (Mamo, tu bi xêr hatî!)
-
- Mirin!!!
Min got qey ‘amca’ riya xwe þaþ kiriye û hatiye
maleka þaþ! Lê na, ez dû re dengê kurdî yê pîrika
wan yanî dengê diya xwe seh dikim, “Evdileyê min tu
bi xêr hatî, di nav gulan de hatî!”
-
- Heke
hûn navê bavê Þîlan û Berkenê bipirsin wê li Sêrtê
siyasetmedarekî navdar nîþanî we bikin. Yanî mesele
dîsa ji çerxa siyaseta bakur dest pê dike!
-
- Helbet
ez dizanim ku sedemên asîmilasyonê gelek in,
dibistana tirkî heye, rêzefîlîm hene, hevalên tirkîaxêv
hene, hene hene… belkî bi hin formûlên nivîskaran
ve jî meriv nikaribe ji nav vê meselê derkeve.
-
- Lê
heke ev dîmenên ku min jor behskirî, li Sêrtê li
maleke navdar ya siyasetmedarekî kurd pêk were, divê
em deh caran li ser bifikirin û ji vê rewþê re bikin
hewlohawar.
-
- ***
-
- De
vêca werin ez ji we re behsa xwarziyê xwe bikim, da ku
hûn bizanibin bê nexweþiya min çawa dijwartir dibe
û civakek çawa ji ser rih û hebûna xwe diçe.
-
- Xwarziyê
min yê biçûçok ji bo xatirê Kurdistanê be jî
gotineke kurdî ji devê wî dernakeve. Ji xeynî tirkî
hemû zimanên biyanî jî wekî ingilizî bi nav dike.
-
- Vêca
rojekê, xwarziyê min dema ku kalik û pîrika wî bi
hev re bi kurdî sohbet dikin ji diya xwe re wisa dibêje,
“Dadê kalik û pîrika min çima bi hev re bi ingilîzî
dipeyîvin!” (Helbet van gotinan jî serê we xweþ be
bi tirkî dibêje!)
-
- Heke
hûn li Sêrtê navê bavê xwarziyê min bipirsin, wê
parêzereke welatparêzî navdar nîþanî we bikin. Yanî
mesele ji çerxa kesên xwendekar dest pê dike!
-
- ***
-
- Sedema
ku ez rewþa malbata xwe nîþanî we dikim ev e: Divê
em bikaribin pêþî þûjinê wekî mirovan di xwe de
bikin.
-
- Nexwe
ez dikarim behsa sed Þîlan û Berkenên din bikim ku
reqîniyê ji tirkî tînin. Ez dikarim berê lûleyan
bidim ser ‘kolan’eke din…
-
- Nexwe
rihet e ku ez jî wekî hin nivîskar û zimanzanan qûna
gotinên mezin deynim serê vî quncikê rojnamê û berê
keleþê bidim her kesî.
-
- Bila
di navbera me de bimîne lê di meseleya nivîs û
welatparêziyê de jî em hemû ji hev re derewan dikin!
-
- Axxx
welatooo! Axxx welatê bindest!
-
- Koçernotek:
Bi destûra we be, hefteya bê ezê dîsa behsa ‘dîmenek’e
din bikim!
-
-
|
|
|