|
|
Piþtî
þeþ salan: Welatê Bindest -3-
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Þaredariya
Kayapinarê ya Amedê li ser riya Dîclekentê ji bo çand û hunera
ciwanan avahiyeke gelek mezin û xweþik çêkiriye û navê wê jî
daniye ‘Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn’.
-
- Dema
meriv li Amedê navê Cegerxwîn li ser avahiyeke çand û hunerê bibîne
gelek tiþtan his dike. Qeymeqamtiya Kayapinarê her çiqas ku navê
‘Cegerxwîn’ nepejirandibe jî, lê civata þaredariyê dîsa bi
yek dengî navê Cegerxwîn hilbijart û bi paþ ve ji Qeymeqamtiyê
re þand.
-
- Rêvebira
Kurdî-Derê Mekiye Ormanci min li hêwan û odeyên Navenda Çand û
Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn digerîne. Bi dehan odeyên mezin yên
xebatê, hêwanên fireh yên konferans û civînan bêhna min fireh
dike. Rengê ciwanan, rîtma mûzîk û hunerê meriv ji xwe de vedikiþîne
nava atmosfereke cihê.
-
- Lê
tiþta ku herî zêde bala min dikiþîne ev e: Li ser hemû deriyên
ode û hêwanan, û heta li ser deriyên tiwaletan jî bi kurdî dinivîsand.
Qet nebe min gotineke tenê jî bi tirkî nedît. Ev yek helbet xewn
û xeyala bi mîlyonan dildarê kurd e.
-
- Em
berê xwe didin kafeteryayê. Li ser hemû maseyan rojnameya Azadiya
Welat ber çavê me dikeve; zarok û ciwanên rûken çavên xwe fêrî
gotinên kurdî dikin. Li ser deriyê odeya çayxanê bi kurdî wiha
dinivîse, “Buhayê avê: 50 krþ e. Buhayê çayê: 50 krþ e.”
Ji vê kurdînivîsînê ve gelekî kêfa min tê, weke ku ez ê
careke din li rastî kurdiyeke wisa neyêm di cih de wêneyên nivîsên
bi kurdî dikiþînim û di dilê xwe de dibêjim, “Helal be ji we
re rêveberno!”
-
- Amed
hêdî hêdî bi ser xwe ve tê; xwîna wê ya kurdî dîsa dikele.
Helbet ne hêsan e ku meriv bikaribe di çend salan de berê asîmilasyona
80 salan biguherîne, lê navenda çandeke wisa dikare ji hemû saziyên
kurdan re bibe modeleke baþ.
-
- Evîna
Gul û Masî
-
- Piþtî
nîv saetê din wê cara ewil þanoya bi navê Evîna Gul û Masî ya
ku Navenda Çandê ya Dîcle û Firatê hazir kiriye, li vir yanî li
Navenda Çand û Hunerê ya Ciwanan a Cegerxwîn derkeve ser sehnê.
-
- Hezkiriyên
þanoyê li ber devê derî hema bêje li ser piþta hev in. Ez li
rastî gelek kesên nas têm, yek ji wan jî nivîskar Mem Mîrxan e.
Wekî gelek kesan ew jî jî vê yekê kêfxweþ e ku her hefte þano
û panel û konferansên bi kurdî li Amedê li dar dikevin.
-
- Di
ber temaþekirina þanoya Evîna Gul û Masî re tîqetîq ji ser
salonê kêm nabe. Çepik ji henekên kurdî re wekî baranê dibarin.
Zimanê sivik, henekên xweþik, tevna sade ya þanoyê dihiþt ku
kurmancî di rûyê temaþevanan de bibiþire û bikene.
-
- Jixwe
ez dibêjim qey zimanê kurdî jî li benda þanoyên wisa ye ku
bikaribe dîsa zûka henek û meselokên kurdî li nav civakê belav
bike; ku bikaribe qurmê xwe dîsa li nav rihê civakê bireþîne.
-
- Bi
têra salekê em keniyan. Hevalên min Mekiye, Zozan û Roza jî ji
kena zikopiþto bûbûn; nedikarîn êdî bipeyîvin. Me ji hev re
digot, “Amed layîqê vê yekê ye!”. Jixwe hemû ked û xuhdan jî
ji bo xebateke wisa tê rijandin. Dema ku bingeha karekî wisa saxlem
û cîdî be, di dilê her kesî de cihê xwe digire.
-
- Rojeke
me wisa bi kurdî bi ken û tîqetîq derbas bû; heta çend rojan jî
me henek û dîyalogên Lîstika Evîna Gul û Masî dubare kirin.
Jixwe ziman û rihê kurdî jî dikare bi vî awayî dîsa serê xwe
hilde.
-
- Me
bi hev re got, “Mala we ava be rêveber û þanogernooo!”
-
-
-
|
|
|