Pîvanên Nû!
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Lê nenêrin ku min navê nivîsê wisa danî; bi serê xwe û we kim li ser vê ax û xaka me pîvaneke nû nema, jixwe pîvanên kevin jî bûn qurbana simbêlê çend babegîtên me!
 
Êdî tu qîmeta egîtiyên berê, qewl û sozên ku kevir pê diþkestan, gotinên giran ên filozofên veþartî nema.
 
Êdî her tiþt bin guhê hev ket ezbenî! Pîvanên herî bi ‘kêrhatî’ êdî li ber teneke, dahol û zirneya çend þîrheraman tê nivîsandin.
 
Axxx ji derdê vê nivîsa bextreþ!
 
Loma tiþtên ku carcaran ji gotinokên me re dibin ‘derd’, em dizanin ku ji teneke û zirneya van kesan re biþkulek e!
 
Yên ku ji qibleyeke neteweyî bêpar in, bi çend rexnegirtinên biçûçok ên li sîstemê ve ji me re qala çeqçeqokê dikin û dixwazin ku rûyê xwe spî bikin.
 
Yên ku bi roj di afirên AKPê de kincên kemalîstên nû didirûn, bi þev hewl didin ku bi çend þîretên welatparêziyê yên qewlborî ve xewa me bînin.
 
Yên ku qehremanên xwe yên bê nav di bin axa sar de ji bîr kirine, bêyî ku þerm bikin dixwazin ku ji me re behsa qehremantiyeke nû bikin.
 
Yên ku di konên tirkmanciyê de qaþo wekî Mîrê Botan pal didin, bi siyaseteke tirsonek ve dixwazin ku rêbertiya nifþên nû bikin.
 
Yên ku du bacan û kartolan ji hev dernaxin, bi heyecaneke mezin ve zend û bendên xwe vedimalin û dixwazin ku aþpêjiya miletekî bikin.
 
Yên ku wekî aqil û rihê partiya CHPê awirên ecêb li Kurd û kurdîtiya xwe vedidin, hê jî dixwazin ku em pêlavên wan paqiþ bikin.
 
Yên ku heta êvarê wekî zarokên berþîr dev davêjin heyîn û sosyolojiya vî miletî lê di saziyên xwe de jî siyaseta xulamtiyê vedihûnin, xulamtiyeke modern ji me hêvî dikin.
 
Axxx ji derdê vê nivîsa bextreþ!
 
Loma ev civaka me ya xwelîser, dê soz û qewlên van sergolikên bêserûber bi kîjan pîvanî bipîve, dê qedera xwe bi kîjan pênûsî reþ bike ji xwe re mayî heyîrî heyran!
 

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org