Plan û Projeyên nû!?

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

Êdî bûye adeteke bav û kalê wan. Bêmane dema ku li Stenbol û Enqereyê canê wan piçekî aciz bibe û hinekî ji îktîdara xwe bibin, berê xwe didin Ameda dilan û qaþo plan û projeyên xwe yên nû aþkere dikin. Rojekê Erdogan beg, roja din jî Baykal efendî…
 
Lê mixabin hin siyasetmedarên kurdan jî wekî tûrîstan li welatê xwe dinêrin û di bin wan text û qesrên xwe yên tiraliyê de ev 30 sal e behsa hin plan û projeyên ku em nizanin rengê wan çi ne dikin.
 
Erê me ji PLAN û BOMBEyên Erdogan û Baykalî fêm kir, lê mixabin em nikarin ji girara hin siyaset(ne)medarên xwe re bibêjin rijî ye û em newêrin ku ji wan re bibêjin hûn ‘keçel’ in jî ya rebî…
 
Ez lê dinêrim, heke ku wisa biçe mimkûn e ku em hemû bi hev re bibin ‘keçel’. Ya rastî hûn jî dizanin ku ti dermanê ‘keçel’iyê li cem min peyda nabe, lê nivîskarê we yê malê, yanî koçerê we yê roja teng û fireh, hin plan û projeyên nû ji bo xatirê çavên we li vir aþkere dike:
 
- Osman Ozçelîk dê bi pirsekê re serî li serokê meclîsê bide û dê bixwaze fêr bibe, ka gelo peyva ‘Spas’ ji ‘Þabaþ’a Zana Farqînî hatiye, an gelo ‘Spasîba’ rusî ji ‘Spas’a kurdan derketiye. Serokê meclîsê dê vê pirsê bibersivîne ku peyva ‘Spas’ gotineke kevin ya ji zimanê tirkî ye…
 
- Ji ernê kurdên tirkînûs ên kurdîfiroþiyê dikin re dê Ahmet Altan û Murat Belge her roja nehþemê di Tarafê de êdî bi kurdî binivîsin. Nivîsa Belge ya ewil dê wiha dest pê bike, ‘Di payîzokên botanê de fonetîka peyvên Kurdî.’
 
- Onder Savê ku nikaribû pêlî ‘no’ya telefona xwe bike, dê di hilbijartinên herêmî de ji lîsteya DTPê dê bibe serokbelediyeyê bajarekî kurdan. Onder Sav dê îdîa bike ku dema wî pêlî ‘YES’a telefonê kiriye, xwestiye bibêje ku ew kurd e!
 
- Emîn Çolaþan dê xwe wekî welatparêzê dawî îlan bike û dê tevlî nav refê nivîskarên Azadiya Welat bibe. Hevalê Emîn, dê di nivîsa xwe ya ewil de bi çend gotinên kurdî yên virnî û dîplomatîk ve dê dev bavêje BAÞÛRê dilê me.
 
- Parlamenterên AKP’yî yên Amed, Batman û Sêrtê dê bi merasîmekê ve bibin aboneyên Azadiya Welat. Li ser vê yekê, dê çend parlamenterên DTP’yî yên ku qet di heyata xwe de nafikirin ku bibin aboneyên A.Welat dê hêrs bibin û dê vê helwesta AKP’yiyan wekî dirûtiyeke nû binav bikin.
 
- Dê derkeve holê ku TRT-KURD dê tenê bi zaravayê soranî weþanê bike. Çend nivîskarên me yên baþûrî yên ku her xeyala wan ew e ku carekê Stenbolê bibînin, bi vê boneyê dê belavokekê belav bikin û vê yekê wekî þoreþekê binav bikin.
 
- Dostê kurdan ê kevn(?) Yalçin Kûçûk bi xêra çend kurdên dinyadîtî(!) dê li Amedê tevli panelekê bibe û dê bibêjê, ‘heke ku em Kerkûkê nestînin, dê Amed jî ji destê me biçe..’, li ser vê yekê çend xuçk û dayîkên ku qet tirkî nedizanîbûn dê jê re çepikan lêxin, kesên tirkî-zan jî dê xwe li kor û kerritiyê deynin.
 
- Xuçka min Aysel Tugluk ji bo protestokirinê dê li ber Dadgeha Destûrê empatiyeke nû bike û dê tûrbanê bide serê xwe. Li ser pirsên rojnamegeran dê wiha bibêje, ‘Diya Atatûrkî Zûbeyde Xanim jî tûrbanê dida serê xwe…!’
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org