|
|
Planên
min ên sala 2010’an!
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Di
sala nû de ez ê lîsteya kurdên spî aþkere bikim. Ev kurdên spî
çima rûyê kurdên din li ber dewletê reþ dikin? Ji bo ku rûyê
xwe bêtir ‘spî’ bikin, xwe çawa li ber medyaya tirk þêrîn
dikin? Û gelek pirsên din… Li benda lêkolîn û analîzên koçerê
xwe bin…
-
- Ez
ê yek bi yek li bajarên bakur bigerim û li ser kurdên ku dibêjin
“Ez kurdiya akademîk nizanim!” lêkolîneke psîkolojîk çêkim.
Heke hejmara van kurdan ji bîst mîlyonî derbas bibe, hingê ez ê
xwe fêrî tirkiya akademîk bikim.
-
- Ji
bo ku bi wê axaftina xwe ya mêrane ve dilê min rihet kir, ez ê
destê Osman Baydemîr maçî bikim û ji siyasetmedarên nû re
bikim qible.
-
- Gelo
di nav me kurdan de çend “Denîz Baykal” hene? Ji siyaseta statûkoparêz
re çawa xulamtiyê dikin? Qet mereq nekin, ez ê bidim ser þopa vê
pirsê jî û di sala 2010’an de patika wan nîþanî we bikim. (Lê
ez ditirsim, heke ez patika wan nîþanî we bikim, belkî hûn rûyê
wan nas nekin!?...)
-
- Di
sala nû de heke ez ji yekî seh bikim ku dibêje, “Her dil bir
insandir!” ez ê bêjim ya allah û bi kopalê xwe yê koçeriyê
ve bikevime ser heta ku li erdê lal bibe…
-
- Di
vê sala nû de êdî ez ê li ser zimanê kurdî tiþtekî nenivîsim.
Ji bo vê yekê min heta niha hezar û pêncsed nivîs ên li ser
zimanê kurdî nivîsîne û ji bo sala 2010’an bo weþanê hazir
û nazir kirine, da ku ez di sala nû de bikaribim soza xwe bînim
cih.
-
- Di
navbera qerf û henekan û sîr û pîvazan de çend wateyên cihê
hene? Heke hûn bikaribin bêhna pîvaz û sîran ji hev derbixin,
nexwe bimînin li benda koçerê xwe.
-
- Sala
bihûrî min lêkolînên ecêb li ser faþîzma navxweyî ya di nav
civaka kurdan de kir. Heke hûn bibêjin “hevalê hêja, faþîzm
tenê di nav civaka tirk de heye”, nexwe ne hewce ye ku hûn jixwe
nivîsên min jî bixwînin û xwe biwestînin arqadaþler...
-
- Heke
kesek di vê sala nû de bixwaze xwe asîmîle bike, ez ê bi zend
û bendan ve amade bim ku alîkariyê bikim. Na na ez henekan nakim,
lê ev teklîfa min îsal tenê ji bo kesên tirk e! Heke hinek kurd
jî ji bo xweasîmilekirinê alîkarî ji min bixwazin ez ê wan biþînim
saziyên me yên kurdperwer; bila ev jî bibe wezîfeyeka min ya
‘welatparêzi’yê.
-
- Koçername:
-
- Sersala
çi halê çi! Min ji hevalên xwe yên alman re jî behs kir: Bi vê
‘açilim’a xwe ve dixwazin ku rengê ‘kole’tiya me piçekî
biguherînin. Lê wê ‘kole’tiya me her berdewam bike. Loma jî
dema ku canê wan aciz bibe wê bi stûyê þaredar û rêveberên
me bigirin. Divê em êdî dev ji siyaseta girîn û mirînê
berdin. Wek Osman Baydemîr divê em êdî bi dengekî bilind ji wan
re bêjin “BIQEÞTIN” û hejmara þaredarên xwe bikine dused,
da ku dewlet fêm bike ku dew birayê mast e! Nexwe tu tiþt safî
nabe…
-
-
-
|
|
|