Planên min ên Aþtiyê!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

   
 
   
Bila hunermendên NÇM’ê di TRT 6’ê de filmê ‘Osman Bey’ wergerînin kurdî.
 
Ji bo ku Emîn Çolaþan di Hurrîyetê de dîsa binivîse bila komîsyonek bê avakirin.
 
Ahmet Altan bila êdî di kovara Ozgur Halkê de nivîsên îdeolojîk binivîse, da ku bikaribe bêtir xwe îfade bike.
 
Yilmaz Erdogan bila navê xwe bi awayeke fermî biguherîne û bike Yilmaz Gûney, da ku bikaribe bigihîje hemû ‘xeyal’ên xwe. Dû re li gorî dilê xwe bila dîsa dolaran bibexþîne Mehmetçîk Vakfi.
 
Dayîkên Aþtiyê bila gora Zûbeyde Xanim ziyaret bikin û bila baqek gulên keskûsorûzer deynin ser kêla wê; ji bo vê yekê bila Stî Aysel Tugluk bê wezîfedarkirin.
 
Saziya TRT bila taybetî ji bo hin kurdên Swêdê li Stockholmê kanaleke bi navê “TRT Swêd” veke, da ku hin nivîskarên ku bi awayeke legal nikarîbûn bihatana Tirkiyê jî tevlê weþana wê bibin.
 
Emîne Ayna bila îsal di þeva Azadiya Welat de soz bide ku wê di sê mehan de zimanê UYGURÎ fêr bibe û saleke din di heman þevê de bi uygurî bipeyîve.
 
Ertugrul Ozkok ji bo ku samîmîyeta xwe îspat bike bila fêrî zazakî bibe. Bo vê yekê bila çar mehan di mitfexa Azadiya Welat de firaxan biþo.
 
Samî Tan bila di TRT 6’ê de bernameyeke bi navê ‘Dîwana Þêx Zubeyrê Kurdî’ çêke, da ku êdî ji pêvajoyê dawî xweþ fêm bike û da ku êdî bo hemû civînên aþtiyê bê vexwendin.
 
Serokwezîr Erdogan ji bo ku weke serê derziyê ji pirsgrêka kurd fêm bike bila du rojan li Kampa Mexmûrê bijî.
 
Serdar Ortaçê ku Ahmet Kaya ‘lînç’ kiribû, bila “10. yil marþî” êdî bi kurdî bistre; dû re bila kurd wî wekî qehremanekî bi nav bikin.
 
Kurdên Ewropayê bila êdî ji bo siyaseta tirkiyê lobiyan bigerînin. (Gerçî serê we xweþ be hinek ji wan vê yekê dikin jî, lê neyse…!)
 
Abdullah Gûl bila bi Ehmed Tûrk re leyîstoka kaxizan bilîze, kî kar bike bila ew bibe serokkomar.
 
Petrola ku ji Baþûrê Kurdistanê dertê bila jê sedî deh bo bûtçeya TRT 6’ê be.
 
Kurdên ku ev deh sal in nikarin xwe asîmîle bikin, bila li ser wan lêkolînên taybet bêne kirin û bo vê yekê bila serî li UNESCOyê bidin.
 
Yaþar Kemal bila li malê molotofan çêke û êdî tevlî meþên ciwanên welatparêz bibe.
 
Belediyeyên kurdan ên ku bi tenê bi vekirina park û bexçeyan ve mijûl in, bila xelata Nobelê ya Aþtiyê wergirin.
 
Ehmed Huseynî bila riha xwe kur bike.
 
Evdile Koçer bila zimanê xwe zêde dirêj neke.
 
 
 
 
 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org