|
|
Planên
min ên Havînê!
Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Vê havînê hûnê çi bername û planî
deynin pêþiya xwe ez nizanim, lê min planên xwe yên vê havînê
hazir kir!
-
- Dê çend kes jê bawer bikin û jê îlham
bigirin ez vê jî nizanim, lê bi izna we be ez li vir van planên
xwe aþkere dikim:
-
- Di xewnên xwe de ez ê êdî polîsên sîvîl
nebînim. Ez ê hewl bidim ku li ber TRT Þeþê þewitandina gundê
xwe û kuþtina cîranê xwe jibîr bikim!
-
- Ji tirsa hin kurdên me yên Swêdê ez ê êdî
di Roj TV de jî nebêjim „Kurdistan“ ; li þûna wê ez ê
bibêjim „Kurmê Darê“ û behsa welatparêziya nû bikim!
-
- Ji bo ku ez tevli TRT Þeþê bibim ez ê çend
stranên hunermendên NÇMê jiber bikim û li ber taqê TRT Þeþê
bi þev û roj bistrêm! Heta ku min dawetî bernameyekê bikin,
ez ê her bistrêm.
-
- Li ser soza kurdî ya Emîne Aynayê ez ê
nivîseke koçerkî binivîsim û bînim bîra we ku dê bi xêra
Stî Emîneyê kurdî zengîntir û dewlemendtir bibe. (Heta
hefteya bê sebir bikin babê mino, nivîsa min têêêê, erê
sozzzz!)
-
- Kesên ku heta êvarê li ser girîngiya
guherîn û muherîna tirkiyê dinivîsin û di ber re jî aqil
didin Ehmed Altanî, ez ê bi îlanekê ve ji wan re bibêjim
„Rojbaþ hevalnoo!“
-
- Denîz Baykalên di nav kurdan de kî ne?
Rojeva kurdan çawa berovajî û manûpile dikin? Ez ê behsa kumê
wan yê sor û pêlavên wan yên biriqî bikim.
-
- Nivîskarên Kurd çima hez dikin ku navê
wan bi romannûsiyê derkeve? Gelo ma nivîskarek nikare bi
gotareke hunerî ve jî deng bide? Ez ê qala vê nexweþiya nû
bikim û ji bo vê yekê ez ê serî li Murathan Mungan bidim!
-
- Di rojên pêþ de ez ê ji kurdî nan
bixwim. Ji bo vê yekê ev demek e ez pîrozbahiyê dikim û þîv
û þêrînahiyê didim nas û dostan. Loma divê ez 10 salan zêdetir
kar bikim heta ez deynê van þîv û þahiyan bidim.
-
- Ez ê bibim siyasetmedarekî hêja û qenc!
Ez ê ji sê kesan re bibêjim „Xayîn“ û ji du kesan re jî
„Qehreman“ û dû re serê govendê bigirim. (Tilîlîlîîîîîîîîîî!
Errikkkk!)
-
- Petrola Kurdan ya rojekê, têra çend miaþê
bernameçêkerên televîzyonên kurdî dike? Li ser vê yekê ez
ê lêkolîneke koçerkî bikim û ji raya giþtî re aþkere
bikim.
-
- Edîtorên ku heta niha bûne kujerên hunera
nivîskarên xwe. Nivîskarên ku dixwazin rojek ji rojan bibin edîtor.
Ez ê bidim dû þopa wan. Ez ê derd û hêsirên wan nivîskaran
di vî quncikî de pêþkêþ bikim! (Tew, mala minê!)
-
- Ez ê xwe wekî yek jê aqilmendên pirsgirêka
kurd destnîþan bikim. Ez ê heta êvarê behsa komployên nû
bikim heta ku ez jî ji rojnameyeke tirk re bûm manþet!
-
- Ez ê êdî ji we re qala kurdên tirkîfiroþ
û tirkên kurdîfroþ nekim. Mala Xwedê ava ku êdî hûn jî
kurdên ku „xiyar“ên tirkî difroþin xweþ nas dikin! (Aferîm
ji we re heval!)
-
- Çima hin nivîskarên kurd wekî pepûkan hê
jî mineta xwe li kurdî dikin? Ez ê xwe bixim þûna „Kurdî“
û behsa rihê wan yê vala bikim!
-
-
-
-
-
|
|
|