|
|
Planên
min ên Payîzê!
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Vê
payîzê jî li ber destê min tonek planên qerase hene. Hinek ji wan
þikir ji Xwedê re min heta niha pêk anîne. Bêyî ku ez serê we bihêþînim
û gotinê dirêj bikim va ye li vir eþkere dikim.
-
- Ha ji
we re çend planên min ên qerase:
-
- Li
dijî TRT 6’ê ez ê bi navê “Ceylan Onkul TV” televîzyoneke nû
vekim. Da ku rewþenbîrên me yên delal bikaribin tê de bi rehetî
fikrên xwe li ser zarokên kurd yên gulebarankirî jî vebêjin. Na na
mereq nekin, wê pismamê min Ehmed Altan ji bo teþwîqkirina fikra
azad, telîseke pere jî bide.
-
- Ez ê
xwe zûka asîmîle bikim. Ji bo vê yekê ez ê ji çend ‘kurdên spî’
çend þîretên gulgulî wergirim. Dû re ez ê serî li çend saziyên
me yên li Amedê bidim, bo ku ez bikaribim xwe di nava mehekê de asîmîle
bikim. Piþtî vê yekê ez ê hejikekî bi dûvê xwe ve bikim, bila
haya we jê hebe.
-
- Ez ê
ji çend hevalên ku nû ji girtîgehê derketine bipirsim ka ez ê çawa
bikaribim zûka fêrî tirkiya ‘akademîk’ bibim. Piþtî ku min çend
formûlên qerase ji wan girtin û ez ê dû re li sûka welatparêziyê
tirkiya xwe bifroþim gundiyên kurd. ‘Gundî’yên ku qîmetekî biçûk
jî nîþanî tirkiya min nekin, ez ê firþiya wan bi devê wan re derxînim
qet mereq nekin cigerlerim.
-
- Na na
qet netirsin, êdî Xûçka Emîne Ayna soza kurdîaxaftinê jî bide bi
soz ez ê êdî li ser hermetê tu tiþtî nenivîsim. Jixwe min pirr
heqê wê xwariye allah wekîl. Li þûna wê, ez ê li ser siyasetmedarên
ku li Amedê bi ‘japonî’ dipeyîvin pênûsa xwe tûj bikim.
-
- Bi
navê “What is Humor?” ez ê doktorayeke nû hazir bikim. Ez ê tê
de bi hûrbînî li ser ferqa mîzah û henek, yarî, tinaz, qerf, pêkenok,
laqirdî, lêvok, esprî û komediyê bisekinim. Dû re ez ê lêkolînên
xwe li ser bacan û xiyaran û li ser birinc û savara Botanê bidomînim.
-
- Ez ê
navê hunermendekî ingilîz yê ku ji ernê hunermendekî kurd ve fêrî
kurdî dibe li vir eþkere bikim. Ez ê behs bikim ka ev hunermend ji
ber kîjan sedemê fêrî kurdî dibe.
-
- Bi
navê “Kurdiya Akademîk” ez ê romaneke nû binivîsim. Di vê
romanê de ez ê vebêjim ka hin kurd bi kurdiya xwe ya pozbilind û bêmane
ve çawa dilê civakê ji kurdî sar dikin û çawa bêhemdî xwe kurdî
brîndar dikin.
-
- Ji bo
fêmkirina pêvajoya nû, ez ê dersên nû ji çepgirên tirkan ên ku
xwe di nava saziyên kurdan de vediþêrin wergirim. Ez ê wekî
feqeyeke melahîm gohê xwe bidime dersdaran, heta ku ez bikaribim tiþtekî
ji vê mîrata pêvajoyê fêm bikim.
-
- Ji bo
sala 2010’an ez ê di googlê de nêçîriyê bikim. Helbet ji bo ku
ez bikaribim bo teoriyên xwe yên komployî hin argûmentên nû peyda
bikim. Nexwe hûn jî dizanin wekî gelek kurdan ez ê jî ji ‘nêz’a
bimirim heyran.
-
- Ez ê
di demeke nêz de danasîna cîhaza ‘qiblenameya rewþenbîri’yê
bikim. Wê ev qiblename dû re biçespîne bê çima rewþenbîrên kurd
di riya lêgerîna qiblenameya xwe de qiblenameya heyî jî winda dikin.
-
- Kurdên
ku ji tirkan re xwedêgiravî ‘înternasyonal’, lê ji birakên xwe
re jî nijadperest û faþîst in, ez navika wan bibirim, qet mereq
nekin.
-
-
-
-
-
-
-
|
|
|