Prensesa Zimanê Kurdî: Mamoste Medya

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
 
Çîroka mamosteya biçûk Medya ji min re hê jî wek xewneke absûrd xuya dike. Ji hêlekî ve kurdên ‘welatparêz’ ên ku bi sed bahaneyan ve ji kurdî direvin, ji hêla din ve keçikeke biçûk ku di odeya xwe de dersên kurdî dide hevalên xwe.
 
Ji milekî ve bakura ku bi destê xwe di nav pêlên asîmilasyonê de dixeniqe, ji milê din ve jî keçikeke ku tu dibêjî qey ji nav xewnan derketiye û dixwaze bi tena serê xwe li dijî asîmilasyonê bi pênûs û kaxiza xwe ve þer bike.
 
Lewma jî sewciyên dewletê xwestin vê xewna mezin ya kurdan hêj ku li malên din belav nebûye bidarizînin; lewma rojnamegerên dinyayê her roj serî li wê dersxaneya wê ya kurdî didin; lewma televîzyonên ewropî xwestin vê lehengtiya Medyayê bikin belgefîlm û nîþanî civaka xwe bikin.
 
Di vê gera xwe ya dawî de min jî sedîsed dixwest Medyaya delal li Amedê bi çavê serê xwe bibînim. Di nav kolanên teng ên Sûra Amedê re em xwe digihînin ber mala Medyayê. Mamosteya biçûçok bi heyecaneke mezin ve deriyê odeya xwe ya kurdî ji me re vedike.
 
Li ser banan kevokên kurdî difirin
 
Li ser banên din jî kevok difirin; ez di dilê xwe de dibêjim qey ev kevok jî þagirtên wê yên kurdî ne. Serê pêþîn nivîseke keskûsorûzer ya bi kurdî ku li dîwar ve daliqandiye bala min dikiþîne, “Paqijî jiyana me ye, paqijiya me hebûna me ye!”.
 
Medya bi gotinên xwe yên biçûçok ve behsa gelek tiþtên mezin dike, “Min nexwest ku bi hevalên xwe re bi tirkî biaxivim, loma min xwest ku ez wan jî fêrî kurdî bikim, da ku em bi hev re bi kurdî bilîzin…”
 
Ya rastî Medya çi bêje li xweþê min diçe. Ne min got, ez xwe di cih de di nav xewnekê de dibînim. Dêbavê wê helbet bi keçika xwe ya biçûk gelek serbilind in. Nizanin wê bi kîjan gotinan vê kêfxweþiya xwe rave bikin, “Xwezî zarokên vî welatî hemû wekî Medyayê tevbigeriyan, jixwe wê hingê her tiþt jî hal bûya…”
 
Hema bêje her roj nameyan werdigire Medya. Ji gelek welatan name jê re hatine, lê piraniya van nameyan ji girtîgehan tên. Bi îmzeya ‘belengaz’ kesekî/ê wêneyê Medyayê neqiþandiye û jê re þandiye. Medya van name û wêneyên ku li dîwarên odeya xwe dadihelîne yekoyek bi biþirîna xwe ya gulgulî ve nîþanî me dike. Diya Medyayê dibêje, kesên girtî bêtir girîngiya kurdî dizanin. Bavê wê behs dike ku ji xeynî hin îstisnayan kesên derve zêde girîngiya kurdî nizanin, “Loma ev mîrata asîmilasyonê li Amedê bûye behr!”
 
Bi kurdî dersên matematîkê dide þagirtên xwe
 
Dû re hêdî hêdî wekî kevokan þagirtên Medyayê vediniþin odeya kurdî. Bi kurdî silavê didin hev, bi kurdî bi hev re dikenin û bi kurdî bi hev re dilîzin. Medya dest pê dike bi kurdî dersên matematîkê dide þagirtên xwe. Li ser textê “sêgoþe, çargoþe, pirgoþe, giroverik û hwd” dinivîse û nîþanî þagirtên xwe yên biçûk dike. Pênûsa destê wê bi kurdî ‘matematîkê’ dibêje... Wênekêþa min hemû dîmenên wê dadibelîna nava xwe…
 
Paþê helîl, benî û nanê benî yên gundan îkramî me dikin. Weke ku wê niha çîroka me biqede, em devê xwe þêrîn dikin. Em naxwazin xatir ji prensesa zimanê kurdî bixwazin.
 
Ma êdî ez ê çi ji Xwedê bixwazim. Ez dixwazim destê dayîkeke wisa maçî bikim ku Medyayek wisa gihandiye û daye civaka me. Lê nahêle. Ez xatir ji Medya û malbata wê dixwazim; piþta xwe didim oxirê û di dilê xwe de wisa dibêjim, “Bila hemû keçikên kurd bibin qurbana te Medyaya delal!”
 
 
 
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org