|
|
“Qereqola
T.Cê!”
Evdile
Koçer,
evdilekocer@yahoo.com
- Ji we
ne çêtir be camêrê me –em bêjin bila navê wî Nanxurê Cilqetîn
be!- çiqas ku min dibîne, gotinê bi rengekî dizivirîne diqulipîne
û li gorî xwe aqilekî dide min; bi vî awayî aqilê min ê heyî jî
diçeliqîne û dike qurbana zêdezanîna xwe.
-
- Wê
rojê jî îmana min derxist û bi têra sed salan behsa ‘felsefe’ya
xwe ya nû kir. Bi qasî sed sergoyan, fikr û analîzên beredayî bi
darê zorê xist hiþê min; loma divê ez du salan li deþt û zozanên
Botanê bêhna xwe vedim heta ku dîsa bême ser rihê koçertiya xwe.
-
- Ji
min û we çêtir kurdî dizane, lê wekî kesên ku bi penceþêra
zimanê tirkî ketibin her bi qûna tirkî digirt. (Camêr dû re îdîa
kir ku tirkî û kurdî ji min çêtir dizane! De vêca were û keziya
xwe kur neke keçêêêê!)
-
- Xwedêgiravî
ji min re qala heftî û heft þert û riknên welatparêziya nû kir.
Wekî melayên nûteqewîtbûyî çend þîretên genî li BAKUR û BAÞÛR
û deverên din kir. Di ber re rexne li min jî digirt, bê ez çima wekî
berdoþ û sûtalan li van deran digerim. (Min jê re got ku karê min
berdoþî û sûtalî ye, lê bi serê wî neket heyran!)
-
- Di wê
navberê de patronê wî yê tirk hat, -camêrê tirk, divê ez heqê wî
nexwum ku sê bost ji kurdê me pêþketîtir bû!-
hema di cih de gotinê zivirand û behsa ‘kozmopolît’iya xwe
kir, (yanî qaþo internasyonalî, tew mala minê!) wekî wan dinyanedîtiyên
ku hûn jî gelekî baþ dizanin bê aqilê wan çawa bi destê hin çepgirên
qûnneþûþtî hatiye þûþtin, got ku ferqa tu insanî li cem wî
tune û dewam kir ku “Ez bi 39 miletên cihê re jiya me!”
-
- Eyb e
meriv bêje, lê ez jî bi têra xwe nesekinî, mizir û belakir im. Min
rasterast lê vegerand ku, “Belkî tu bi 39 miletên cihê cihê re
mabî, lê li min negire ku te hêj miletê xwe baþ nas nekiriye!”
-
- Axirrrr,
min carekî pêlî dûvê wî kir, bû çîzçîza camêrê me. Bi cîdî
û nîvhenekî dev avêt her tiþtê min, ji min re got ku tu beredayî
dijîyî. Lê dixwest qaþo heqaretên mezin li min bike. Ji niþka ve
got ku, “Çavê te, rûyê te diþibe yê ermeniyan, gelo tu ne ermenî
yî?” (Ma ez ê çi derewan bikim, hingê cendekê Hrant Dînk hate
ber çavê min!)
-
- Ahaaa,
de vêca were safî bike gidîîî. Min meselê fêm kir: “Mimkun e ku
ez ermenî bim, lê tu ji ku dizanî, belkî jî ez tirkek im, an jî
cihûyek…” Wiha li min vegerand, “Na na ez dirûvê tirkan baþ
nas dikim, tu ne tirk î, sedîsed tu ermenî yî…”
-
- Min
meselê vegerand ser kozmopolitiya wî: “Ermenitiya ku tu wekî
heqaretekî ji min re dibêjî, bo min þerefek e, heke tu bixwazî
heqaretekî li min bikî divê tu li hin tiþtên din bigerî… te gava
din xwedêgiravî wekî hin internasyonalên tirk behsa 39 miletî kir,
bibore lê xuya ye ku tu nizanî milet jî çi ye?
-
- Ji
min re got, “Hevalê Koçer, bi þeref te þaþ fêm kiriye, derdê
min ne heqaretkirinek bû, ez dizanim bê ermenî jî miletek in…”
-
- Min
wiha lê vegerand: “Keko, berê di xortaniya xwe de dema ku min gotina
‘Qereqola TCê!’ ji siyasî abêyan seh dikir, hiþê min tevlihev
dibû, min hemû dîroka osmanî û tirkan û hemû derew û ansîklobediyên
ku li ser Atatûrk hatine nivîsandin daqurtandin, bi rojan bi heyvan ez
li ser vê têgehê disekinîm û min ji xwe re digot gelo dewleta tirko
çawa dikare di hiþ û mejiyan de qereqolên xwe çêke ya rebîîî, lê
eva bi xêra te min vê ‘qereqolê’ baþtir fêm kir, spas dikim
kekooo, mala te avaaaa…!”
|
|
|