Recep Îvedîkên Kurdan!

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

Þikir ji Xwedê re ku yê me jî bi têra xwe Recep Îvedîkên me hene.
 
Qet nebe Îvedîkên tirkan pênc pere dikin; lê behleyên me yên meþhûr kundir û seriyek pîvaz jî nakin heyrannnn. (Yanî hûn ji van gotinên min fêm bikin ku qîmeta pîvazan li ba koçerê we herdem heye haaa!)
 
Na na, ez ê ji we re qala Recep Îvedîkên me yên ku wekî garanekê ne nekim; bi tenê min xwest ji we re behsa çend Îvedîkên ‘NÛJEN’ bikim ku her roj di jiyana me ya nûjen de hevsarê me dikiþînin û îmana me diçikînin.
 
De vêca nefeseke kûr bikêþînin û kerem bikin:
 
Nikarin bi çîrokeke pir basît agirê gundê xwe yê þewitî deynin ser sehneya kurdan, radibin xwedêgiravî ji me re qala mîtosa agirê Prometheus dikin û doza îmana me dikin. (Heke Prometheus niha sax bûya, belkî agirê bi hezaran gundên me yên þewitî bidiziya û belkî di kuleka rewþenbîrên tirk yên faþîst re bigindiranda!)
 
Bi tir û fisên xwe ve lobiyên ecêb ava dikin, lê bi wî hiþê xwe yê demokrat ve naxwazin ku ti kes carekê jî behsa genî ya lobiyên wan bikin.
 
Wekî biþkuleke bizina kol jî hez ji þaîr û helbestan nakin, lê dixwazin ku siyaseta wan ya pîroz bi destê þaîran bê nivîsandin û bibe helbesta nûjen ya hemû dinyayê!
 
Hez dikin ku li ser wan kursî û maseyên bêxwedî bi ingilîzî bipeyîvin, lê meriv nizane ka bi kurdî an jî bi tirkî dipeyîvin. (Baþ e ku tirkî jî baþ nizanin, nexwe niha pozê xwe bi ser me hemûyan de xwar kiribûn!)
 
Di du saniyan de saziyekê ava dikin, bi terqîneke hazir ve di sê saniyan de vê saziyê xira dikin; lê di çar saniyan de jî hemû gunehê xwe dixin stûyê AKPê ya îslamo-tirko-faþîst!
 
Ji me re konferans û festîvalên NAVNETEWEYÎ(!) amade dikin, lê ji bilî markeyên kumê wan yên navneteweyî her tiþtê din li gorî hiþ û zik û dilê Îvedîkên me ne.
 
Deynê telefona xwe nadin, lê pir hez dikin ku bi wî dengê xwe yê nîvtirkî ve di televîzyonê de du deqeyan meþhûr bibin û behletiya xwe nîþanî me bikin. (Gerçî ev bû sed car ku ez behsa vê meseleyê dikim, lê jibîr nekin ku heqê min dused car e!)
 
Ev bîst sal e di wan saziyên hazir û nazir de bi serê þehîdan sond dixwin ku dê kurdî ogrenmîþ bibin, lê mixabin bi tenê ogrenmîþ bûne ku li ser navê þehîdan ûrê xwe yê bimbarek stûrtir bikin.
 
Di newala Ergenekonê de ji me re qebrekê dikolin, lê di ser de þerm jî nakin li ser serê cendekên me helbestên tirkî dixwînin. (Erê, mirin jî mirin e, lê ev çi teqreqa tirkî ye!)
 
Li gundê bavê xwe nikarin nîv-komeleyekê bi rêve bibin, lê ji doh ve hazir in ku serokatiya hemû rojhilata navîn bikin. (Belkî jî birêveberiya rojhilata navîn ji rêveberiya komelekokekê rihettir be! Gelo we got çi??)
 
   
 
 
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org