Rengên Xweasîmilasyonê!

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 
 
Hûn niha sedîsed wê meseleya hermet û malxwêyê malê dizanin: Ku yek ji mal de, yek jî ji derve ‘mal’ê xira dikin.
 
Vêca meseleya hebûna ziman û çanda kurdî jî hinekî wisa ye ku em hem li derve têne asîmilekirin û hem jî em di mal de xwe asîmile dikin. Yanî hem ji derve, hem jî ji mal ve mala çand û zimanê me xira dibe…
 
Em ji derve bi rengekî polîtîk têne asîmilekirin, lê dema ku em di mal de bi awayeke însanî jî behsa hebûna xwe bikin, dîsa ev xwestekên me yên însanî jî bi rengeke polîtîk tê berovajîkirin û manûpilekirin.
 
Em di mal de jî bi rengekî polîtîk -lê bêhemdî!- xwe bi xwe asîmile dikin, lê gava ku yek bêhemdî jî behsa hebûna xwe bike, mixabin ji hêla ‘bira’yên din ve dîsa bi rengekî polîtîk tê berovajîkirin.
 
Êdî di mal de jî xwestekeka me ya herî însanî jî ji hêla birakên din ve wekî ‘propaganda, milîyetçîlîk, kûrtçûlûk, polîtîk’ têne manûpilekirin.
 
Dema em hinekî zorê bidin van xwestekên xwe yên herî însanî jî, hindik dimîne ku serê me bê þikandin, ev xwesteka me bi metodên nas di mal de jî têne terorîzekirin.
 
Helbet dewletên dagirker di êriþ û polîtîkayên xwe yên asîmîlekirinê de jî heta radeyekê bê minet in!
 
Lê gelo em ê ji xweasîmilasyona ku em þev û roj li dijî hev dikin re çi bibêjin.
 
Helbet derdê min ji xweasîmilasyonê ne tenê ziman û çand e, lê rih, fikir, rabûn û runiþtandin, orf û adet, û hemû heyîn û neyîna me ye jî!
 
Min ji tecrûbeyên xwe, vê yekê fêm kiriye: Di nav hin kurdan de meriv ne tenê behsa azadiya Kurdistanê, lê behsa seksa kurdî jî bike, behsa þekaleke kurdî jî bike, wê ji hêla wan ve wekî mesaja siyasî-polîtîk bête binavkirin.
 
Em tireke kurdî jî bikin, em weke parsekên kurd mal bi mal jî bigerin, em di halê xwe de bi têra xwe bi kurdî jî bigirîn, wê ji hêla hin tirkmancên malê ve wekî helwesteke polîtîk bête berovajîkirin. (Xwestekên polîtîk jî helbet her dem rewa ne!)
 
Ji ber ku ew bi rengeke polîtîk hatine asîmilekirin, loma xwestek û helwestên me yên herî rewa jî wekî meseleyeke polîtîk bi nav dikin û çirtovirto dikin.
 
Mixabin sîstema dewleta tirk heta radeyekê hiþê me manûpile kiriye û çeliqandiye; êdî em nikarin di nav deh kurdan de rasterast behsa hebûna xwe jî bikin. Dema em bikin jî em ji hêla wan birakên xwe ve xwedêgiravî li ser navê welatparêziyê bi metod û rêbazeke melahîm ve têne perçiqandin û recimandin…
 
Em gelek caran dikarin li dijî dewletê jî derkevin û behsa ziman û Kurdistana xwe bikin, lê em nikarin li dijî hev derkevin û doza hebûna xwe li hev bikin…
 
Em gelek caran bi çalakî û xebatên xwe ve sîstema dewletê jî dixetimînin, lê mixabin em nikarin wisa hêsanî sîstema ku dewletê di nav me de saz kiriye bi çalakiyekê ve xira bikin û bipeliþînin.
 
Dêna xwe bidine tirkiya ku di saziyên me de kon vegirtiye, dêna xwe bidine ‘welatparêziya bi tirkî’ ya ku hukmê li kurdî dike, hûn ê hingê vê sîstema ku di nava me de rûniþtiye çêtir fêm bikin…

 

 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org