Reprepa Nifþa Nû

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 

 
 
Ji bo Sîdar û Rewþenê…
 
Êdî reprep û teqreqa nifþa nû ye.
 
Nifþa nû, bêyî ku bide ser þopa teoriyên vîkîvala, li ber siya tecrûbeyên nifþên berê li ser rêça kar û xebatên xwe þopa nifþa xwe dinivîse…
 
Bêyî ku veniþe ser keda nifþa berê, li ser keda xwe deriyên nû ji civaka xwe re vedike…
 
Bi kurtasî xuhdana xwe, serkeftinên xwe, ‚yek’a xwe datîne ser ‚sifir’a ku Apê Mûsa behs dikir.
 
Êdî hêza nifþa me xurtir dibe û bi zend û bendên xwe yî vemaltî ve ji civaka me ya bêserûber re dibe stûnek.
 
Êdî nifþa me li seranserî dinyayê hespê xwe yê ‚kurdî’ dibezîne û mohra xwe li bin gelek serkeftinên kurdan dixe.
 
Êdî dizane li ser kadîn û bêndera vî welatî çi li ba dibe. Edî dizane ku wê li ser kadîn û bêndera dinyayê jî alaya xwe çawa bi serfirazî hilde.
 
Nifþa me êdî qirêjiya ku ketiye bin merþika civakê paqiþ dike û dîsa lê vedigerîne.
 
Êdî rê nade gotinên vala ên ku li ser serê civaka me têne ferzkirin. Wekî mûrîdên modern devê xwe ji her tiþtî re beþþþ nake.
 
Çawa ku maneya erê bizanibe, her wiha bi dengekî berz dikare bêje naaaaaaa jî… Çawa ku dilnizm û hurmetkar be, her wiha dikare text û îktîdara hin tirtireyên kurd bi du projeyan ve bihejîne.
 
Êdî di nava qunciknivîsên piþtkurmî de pênc deqîqeyên xwe derbas nake. Wekî navê xwe dizane ka naveroka nivîsekê ji kîjan kaniyî diherike... Ji serûçavên gotinan dizane ka kîjan ‘jiberkirî’, ka kîjan ‘jixwe’ ne.
 
Wekî tirkên xwelîser di nava civaka xwe de ‘welatparêz’iyê nafiroþa heval û derdorên xwe, heke ku jê bê guleya xwe dike 'çek'ê hevalê xwe...
 
Di nava fikir û îdeolojiyên qewlborî de rihciwaniya xwe ‘spî’ nake û pêlava xwe naqetîne; ji bo azadiya zarokên Kurdistanê li ber hemû deriyên siyaseta dinyayê dikare ‘xulamtî’yê jî bike.
 
Di nava siyaseta hiþk de kaniya jiyanê li xwe naherimîne, ‘gul’ê bêhn dike û bi qewlê wan fîlozofon dide derdora xwe jî...

Ferqa henekên çirûsî û genekên çilmisî xweþ nas dike...

Loma ew ji garana naskirî gelekî dûr e!
 
 
 
 
 
 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org