Rewþenbîrekî meþhûr: Nanxwurê Cilqetîn

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

 

Ji bo ku bikeve nava antolojî û mantolojiyan bi darê zorê xwe li çepera romannûsiyê diqelibîne û peyva kurdî birîndar dike.
 
Nefsa xwe ya mezin di quþxaneya înternetê de bi gelek nav û awayan belaþ dimeyîne; peþkên xwe wekî vîrûseke nenas li ser serê me xwendevanên evdal direþîne.
 
Heke ku xwedêgiravî helbestan binivîse, bi tenê pirtûkên helbestan ên ser sergoyê dixwîne. (Tu dibêjî qey ti eleqeya futbol û helbestê bi hev re tune ye!)
 
Wekî pîrhebokên salên xelayê xwe li ser serê edîtorên feqîr ên malper û kovaran dike bela; bi vî awayî tê dibe mêvanê mala me jî
 
Çawa ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd-istanê ti havêneka wî tunebe, her wiha di tevna nivîsên wî de jî misqalek havên peyda nabe.
 
Dema ku dinyanedîtiyek jê re dibêje, “Mamoste” ji heyecaneke beredayî dibe ‘Baþûr, Bakûr, Rojhilat’, ji xwelîseriya xwe per û bask pê ve çêdibin û dike ku bifire û veniþe ser bexçeyên cinetê!
 
Li ku derê peyda kiribe helbet em nizanin, lê bêyî wan nav û bernavên xwe yên “Dr.”, “Prof.”, mixabin nikare biçe destavê jî; dema ku tevli konferansên ser tiwaletan jî bibe, “Dr.”, “Prof.” nola kaxizên tiwaletê bi xwe ve dizeliqîne û bi kar tîne.
 
Çawa ku niha hûn jî texmîn dikin wekî her kesî(?!) wî jî di zarokatiya xwe de dest bi nivîsê kiriye. (Tu dibêjî qey di pêncîsaliya xwe de meriv bi tenê tirba xwe dikole!)
 
Bi edîtorgeriyeke piþtkurmî ve dixwaze di kurterêya mam û xalan de nav bide û di nava sê çar rojan de bibe mamosteyê rewþenbîran.
 
Belê me fêm kir ku bêhneke genî ji daxuyaniyên wî tê, lê bêhna þekalên sifto yên mamosta Denîz Baykal jî ji muxalefeta wî tê.
 
Bi zimanekî din dest bi nivîsê kiribe jî, lê dema ku di newala rewþenbîriya kurdî de siya wî piçekî xuya bike wekî vir û derewên xwe vê yekê jî bi delalî vediþêre.
 
Ji ber ku tûrikê wî qul e, bêyî ku ji min û te þerm bike çavê xwe her dem li diziya tûrîkê camêrên din xweþ dike.
 
Fikr û tebatên xwe wekî gula çardehê nîsanê dihesibîne; loma serê her sibehê dixwaze ku em bi gotinokên wî ve taþtêya xwe bikerifin.
 
Ji ber ku rihê wî li ser axa zimanê kurdî þîn nebûye, mixabin bêhemdî jî biwêj û gotineke pêþiyan li tevna nivîsên wî naaliqin.
 
Rebenî û pepûkiya xwe çawa ku wekî tiþtekî miqedes ji me re pistepist dike; her wiha zimanê kurdî jî bi vî aqilê xwe ve pîroz dihesibîne. (Tu dibêjî qey Erebî, Farisî û Tirkî xulamê bavê wî ne!)
 
Her dem gazincan ji nebûna xwendevanan dike, lê ew bixwe jî hez ji xwendinê nake.
 
Bi qewlê wî fîlozofî, dixwaze ku her dem rexne lê bêne girtin, lê serê we xweþ be serê her kêliyê piþta xwe ji mizdanê re hazir dike! (Ez qurbana piþta wî bim!)
 
 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org