Rihê Mîzahê û Xeyalên Civakekê
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
Rihê mîzahê dema ku bi wê aqilkêþî û dilkeniya xwe ve li qibleya civakekê xwe rapêçe dê bihara serkeftinê jî nêzîk bibe û dê xeyalên civakekê jî zûka pêk were!
 
Ne hewce ye ku ez bi gotinên ‘teorîk’ ve vê nivîsê biqedînim û serê we û xwe biêþînim. Bi kurt û kurmancî derdê min ev e ezbenî:
 
Ev demek dirêj bû min jî wekî Martîn Luther King li derdor digot, ‘Xeyalekê min heye!’ û li ser rol û hebûna mîzahê min qirika xwe diqetand. Xeyalê min ew bû ku: meriv bikaribe bi xêra rih û hebûna mîzahê wekî dîwarên bilind ên ji bedena Kurdistaniyan li hemberî dagirkeran bisekine û xeyalên civaka xwe zûka þîn bike!
 
Li ser erîþên dewleta tirk (bi xêra dewlet-lektûelên xwe ve!) ya li ser zimanê kurdî û min mû bi zimanê xwe ve nehiþt û heta bi xêra japonî û çînî jî min henekên xwe bi dewletê û dûvik-lektûelên wê dikir! Helbet di vê meseleyê de min sersariya sazî û civaka tirkmancan jî ya li ser zimanê kurdî ti carî piþtguh nedikir û heqê wan nedixwar.
 
Lê þikir ji Xwedê re, Belediya Yenîþehîr ya Amedê vê xeyala min hinekî pêk anî û dilê min honik kir. Belediye, di afîþên xwe yên ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê ya roja jinên kedkar de bi zimanê çînî helwest û dagirkeriya dewleta tirk ya li ser zimanê kurdî bi þêwazeke îronîk protesto dike û hemû xeyalên min pêk tîne.
 
Ma ez ê çi derewan bikim: Di xewna xwe de jî min hêviyek wisa ji wan nedikir.(Heyla min çavên we xwarooo, rêvebernooo!)
 
Lê ev demek e ez dibêjim qey RIHÊ MÎZAHÊ li seranserê Kurdistanê digere û dikeve dilê hemû kurdan. Kurd êdî henek û genekan ji hev derdixin û hêdî hêdî vedigerin ser rihê xwe. Çanda qerf û henekên modern, bayê mîzaha belakir êdî di nav civaka me de jî dikemile û distewe!
 
Ma ev yek ji manþetên Azadiya Welat jî ne kifþ e ezbenî? Ew manþetên îronîk û dilbeþer (lê têr-aqil!) tu dibêjî qey wekî barîkatan nefesa dagirkeran diçikîne û rê li hiþê civaka me vedike. (Heyla min çavên we xwarooo, edîtornooo!)
 
Lê herî zêde espîriya wî gerîlayê dilgeþ dilê min xweþ kir. Helbet niha îmana Roma Reþ jî reþ kiriye: Gerîlayê ku parçeyên helîkoptera “qirilmîþ” yekoyek nîþanî kameravanî dikir, di ber jî wekî heyranokekê henekên xwe vedirêst, “Bikiþîne, haa ev parçe jî ev dîmen jî bila diyariya me be ji bo Bûyûkanit…” (Heyla min çavên te xwarooo, þervanooo!)
 
Akin Bîrdal jî li ser sehneya Londonê te digot qey wekî Xoce Nisredîn stand-upiyê dikir û tinazên xwe li þkestin û xwepaþvekiþandina dewleta tirk dikir: “Filankes, ji kerê ketibû, lê ji derdor re digot ez daketime…” (Heyla min çavên parlamenteriya te xwarooo!)
 
Xwedê xêr ke, lê rihê mîzahê vê hefteyê tesîra xwe li civîn û çalakiyên DTPê jî kir. Di civîna DTPê ya li meclîsê de sê ‘delal’ên kurdan serê xwe bi rengên kesk û sor û zer pêçan û bi vê riya aqil û baqiliyê hem piþta AKP-yiyên xwe-parêz û hem jî piþta Kemalîstên text-parêz þkand! (Heyla min çavên Zînên jîr xwarooo!)
 
Di çalakiya DTPê ya li Batman û Mûþê de jî, hinek komir û meqerne pêþkêþî AKPê kirin. Helbet qenc kirin, ez çavên wan jî bixwim. Lê heke ez bim bila hinek ji van meqerne û komiran biþînin ji Navenda DTPê re jî, da ku beroþa hin siyasetmedarên statûko-parêz bêtir bikele û piþta wan her germ bimîne!
 
Belkî bi xêra çalakiyeke wisa êdî dev ji ‘çeqçeqok’a xwe berdin û bikevin pey ‘aþ’ê civaka xwe! Helbet hingê dê AKP’yiyên RIH-FAÞÎST jî nikaribin li ser bedena civaka me biçêrin.
 
Gotina dawî ez bihêlim dîsa ji wî aþtîxwaz û lîderê reþikên Amerîkî Martîn Luther King re, “Tiþta ku di dawiyê de were bîra me: ne gotinên neyarên me, lê dê bêdengiya dostên me be!”
 
 
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org