RIHÊ ZIman... ZImanê RIh...

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

 

   
   
 
Ez jî nizanim bê çima?
 
Sedemên wê yên ‘lojîk’ jî qet nizanim, lê dema ku ez bi tirkîaxêvekî/ê re bi kurdî dipeyivim, hemû xeyalên Egît û Bermalên min ên ku min di þevereþkên bê xwudayî de ji paþila mirinê derxistine û ji nû ve welidandine, çawa ku soz bidin hev û ber bayekî nenas bikevin ji niþka ve xwe ji hiþê min diterikînin...
 
Henekên min ên ku ez di nav dilopên behra girînê de jî wan dixim bûk û zava, wextê ku xuþexuþ bi ser gotinan jî dikeve wextê ku melayê xwedêjêrazî bi gotinên fîqspî ve terqîna peyvan jî dixwîne, xwe nagihînin hawarê; rûyê xwe mîna melkemotên kulê tenî dikin û serê xwe dixin bin axa sor...
 
Bihar û payîzên min ên ku ji nav piziya nefelên çîrokên diya min weþiyane ber serê min û di ber siya min re ji nû ve þîn bûne, dema ku ava vegotina demsaleke din dadiqurtînin çeng dibin, wekî wan qehremanên xewnþkestî xwe bi ser min de sil dikin û di ber siya min re bi dileke têkçûyî li þibakeke oxirê digerin...
 
***
 
 Ez jî nizanim bê çima?
 
Sedemên wê yên ‘lojîk’ jî qet nizanim, lê dema ku ez bi kurdîaxêvekî/ê re bi tirkî dipeyivim, hemû avahiyên rihê min ên ku bi bayê delalî û miziriya zarokatiya min hatiye xemilandin û hinekirin, çawa ku bixwazin xwediyê xwe biguherînin deriyê rûyê xwe bi ser hiþê min de digirin...
 
Zimanê min ên ku peyvên tirkî nola zarokekî fêhîtokî ji malikên hiþê min digire û berdide ser dilê hev, weke keçika ku bi darê zorê ketibe dilê kerxaneyê û bi awayekê dixwaze xwe jê derxîne, di devê min de xwe diperpitîne û dixwaze xwe jê bavêje...
 
Biþirîna min a ku di nav awir û keziyên hezkiriyên min de meyiyaye, dema ku gotin û hevok milê hev digirin û dikevin dîlanê jî mîna pîrheboka xwedêjêstandî rûyê xwe qîç dike, rihþemaliya xwe ji dilê min vediþêre û dixwaze li wî hespê boz ê ku di piþtperdeya awirên min de mexel daye siwar bibe û bi çargavkî bibeze...
 
***
 
Ez jî nizanim bê çima?
 
Sedemên wê yên ‘lojîk’ jî qet nizanim, lê dema ku ez bi kurdîaxêvekî/ê re bi kurdî dipeyivim an jî bi tirkîaxêvekî/ê re bi tirkî qise dikim, hemû meþteleyên hiþê min wekî çiveçiva mizgîniya biharê þîn dibin...
 
Ken û tîqetîqên min dibin bûk û zava û li wî hespê boz siwar dibin...
 
Bihar û payîz bi destê zivistanê digirin...
 
Awirên min avis dibin...
 
Û ez dîsa dibim koçer û li deþt û zozanên jiyanê dikevim...
 
***
 
Çima, ez jî nizanim...

 

 

 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org