Rojbaþ Kurdistan!
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 

 

Çarþema borî. Berê þeveqê. Xewa koçerê we ji sedemên taybet(mala minê!) þeriqî ye. Li ser înternetê ez gohê xwe didim dinyayê, ji wir berê min dikeve Roj TV bernameya Rojbaþ Kurdistan!
 
(Ji mecbûrî meriv carina li ser înternetê jî goþtê kewan dixwe. Ji ber ku li ser xeta Hotbîrdê hemû kanalên Kurdî wekî ava botanê dikiþînin, lê mixabin Roj TV heke carina baran nebare qet nakiþîne. Nebêjin çima baran? Ji ber ku baran sînyalan xurt dike. Hevalê Fuat, ev koçer-not ji bo te ye!)
 
Belê, biborin min qala Rojbaþ Kurdistan dikir. Canik û camêrek mêvanê Ejder in. Du saetan ta bi derziyê ve dikin, ji binxet heta serxetê bi kitekit behsa bîranîn, hebûn, mane û wateya cejna Remezanê dikin.
 
Dû re jî heqê axaftinê hat ser çend temaþevanên ku telefon dikin!
 
Belê, temaþevanekî wiha got, “Cejna Qurbanê pîroz be!”
 
Temaþevanekî din wisa dewam kir, “Cejna Newrozê pîroz be!”
 
Hindik mabû ku yekî din jî cejna Noelê pîroz bikira, lê mala xwedê ava ku dor nehat ser kesekî wisa, nexwe min ê berê xwe bida kitêbxaneyan û li ser Noelê lêlolînek dirêj bikira!
 
Bi serê xwe û kim ez henekan nakim! Heke hûn ji min bawer nekin telefonî Roj Tv û Ejder bikin, lê hay ji xwe hebin ku hûn nekevin heyecanekê û nebêjin, “Gelo ev der Kurdistan TV ye?”
 
Bi tenê ez dizanim ku ez di nava civakeke pir absûrd, þîzofrenîk û tevlihev de dijîm. Meriv dikare li ber peravên vê civakê labaratuvarên mezin ava bike û li ser hiþ û rihê wê lêkolînên ecêb bike.
 
Ez gelek caran ji xwe dipirsim: dema ku Xwedê hewl daye henekekî bike gelo civaka me ji ber gotinên wî pekiyaye?!.. An gelo ev bêhiþî û binhiþî perçeyek ji qedera me ye?!...
 
Biborin min ê îro ji we re qala meseleyekê din bikira, lê çarþema borî ez ji maçên yara xwe hiþyar bûm û ketim nav lepên Rojbaþ Kurdistan!
 
Neyseee, hemû cejnên we pîroz bin, helbet hemû cejnên delala min jî!
 
Pîrozbahî:
 
‘Bira’yên me yên tirk, cejna me ya Remezanê ji dil û kezeba xwe pîroz kirin û wekî hin ‘temaþevan’an vê carê jî xwe þaþ nekirin! Li Altinovaya Balikesîrê bi wê barbariya xwe ya meþhûr ve em dîsa lînc kirin û li Geverê gotinên kurdî ên ji bo pîrozbahiyê ji hewa daxistin û xistin bin nigê xwe. Helal be ji vê biratiya wan re. Ez hêvî dikim hema carekê jî bi rengekî din cejna me pîroz bikin. Lê ez ditirsim ku ev xwezî dê herdem di gewriya me de bimîne!

 

 

  

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org