Þemzînan: Cihê ken û girînê!
 
 
Evdile Koçer
 
Her tiþt wekî henekekê mîna tinazekê diqewime.
 
Ji ber ku;
 
 Ev demek dirêj e ku li Kurdistanê em hem têne kuþtin, hem jî wekî adeteke kevin henekên xwe bi hebûna me dikin.
 
We jî dêna xwe dayiyê, qatilên Þemzînanê çiqas ku tiþtekê nû vedibêjin weke komedyeyên Þekspir her tiþt bêtir tevlihev dibe û dibe henekekê xweþtir.
 
Yanî ezbenî li bendê bin, hindik maye ku ev qatil bibêjin, “Me dixwest em ji kitêbfiroþa Umud gramera zimanê kurdî bikirin, me dixwest em çend heb Azadiya Welat bistînin û li gundan jî belav bikin...”
 
Heke ez tiþteke wisa seh bikim, bi serê we ez ê þaþ nemînim!
 
Ji ber ku tevn û havêna henekên Enqereyê li seranserê dinyayê geriyan û bûn çireya dîroka wan a xwînê! Divê em kurd dîroka xwe ya ku bi destê “Henekên Dewleta Tirkan” hatiye nivîsandin baþ bizanibin.
 
Gelo polîsê ku Ugur Kaymazê 12 salî kuþt hat bîra we an na?
 
Gelo gotineke wî polîsî ji bîra we çû an na? Piþtî ku 13 gule berdan Ugurê 12 salî, ji mamostayê wî re digot, “Di wê tariyê de wekî zilamekî mezin dixwuya...!”
 
Her tiþt wekî henekekê mîna tinazekê diqewime.
 
Lê vê carê xelkê Þemzînanê bi stûyê ferxikên Roma Reþ girt û çawa ku ji wan re bibêjin “êdî henekên xwe bi me nekin kurooo!” rûyê wan ê reþ nîþanî hemû dinyayê kirin.
 
Resmê qatîlan, hebûn û îdeolojiya vê dewletê bi xêra xelkê Þemzînanê îro di destê hemû ajansên dinyayê de ye.
 
Siyaseta ku nikaribe li Enqereyê ‘resmê’ Mehmet Aðar bikiþîne û nîþanî dinyayê bike, mecbûr e ku ji metodên ciwanên Þemzînanê ders werbigire.
 
Qatîl bi telefonê xwe digihîne Mehmet Aðar, dixwaze rihê canê xwe xilas bike; lê xortekî kurd jî resmê wî qatilî dikiþîne û datîne ser ekranên dinyayê.
 
Siyaset jî, mehkeme jî, jiyan jî û her tiþt jî ev e...
 
 
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2005 info@pen-kurd.org