Sendroma Stockholmê û Sendroma Kurdistanê

 

 

Evdile Koçer

evdilekocer@yahoo.com

 

23ê gelawêja sala 1973 an. Cih Stockholma Swêdê.
 
Þelanker bi ser bankayekê de digirin û çar karmendên wê bankayê dîl digirin.
 
Heta þeþ rojan jî þelanker bi polîs re dikevin bazariyekê. Piþtî þeþ rojan polîs operasyonekê dike, lê tiþta ecêb kesên ku dîl hatine girtin jî li dijî polîsan têdikoþin û yarmetiya þelankeran dikin; welhasil di mehkemê de jî þelankerên xwe diparêzin û li dijî wan îfade nadin, ji bo parêzeriya wan di nava xwe de pereyan jî top dikin.
 
Dû re yekê ji wan bi þelankerê xwe re jî dizewice.
 
Ev têkiliya ruhî ya “qatîl û qurban”an û “serdest û bindast”an piþtî vê bûyerê wekî biwêja “Sendroma Stockholmê”(1) cihê xwe di nava psîkolojiyê de digere û dibe mijara gelek filîm, lêkolîn û berhemên edebî.
 
* * *
 
Heke meriv vê biwêja “Sendroma Stockholmê” di ferhenga kurdan re bike ez bawer im dê jê biwêjeka bi navê “Sendroma Kurdistanê” derkeve.
 
Bifikirin ku dê welatek bi destê serdestan were dagirkirin; piþtî ku hebûna her kesî dîl hate girtin dê hiþ û rihê wan bête mijandin û rih û þemala wan dê wekî mirîþka serjêkirî li çol û beyarên dinyayê biperpite.
 
Bi wî halê xwe yê bindest ve wekî gêj û lalan dê serê her kêliyê li devê zordestê xwe binêrin.
 
Û bifikirin piþtî wê çîroka dûvedirêj dê bindest hêdî hêdî bê hemdî xwe hez ji rih û hebûna serdestên xwe bikin.
 
Dê bixwazin wekî wan bimeþin û mîna wan tevbigerin.
 
Hinek ji wan dê wekî ronahiya çavê xwe serdestên xwe biparêzin û dê dilê wan bibije ku yekser bibin wekî wan!
 
Her dîmen û niqteyên bêmeyl(notr) jî yên ku di avcihoka neyîniyê de diherikin, dê ji xwe re bixin Behra Wanê û bi awayeke pozîtiv dê li ser serê civakê bireþînin.
 
Dê avê li ser muxalîfên xwe vebirin; lê dê bixwazin ku di þekala serdest û þelankerên xwe de avê vexwin.
 
“Türkü”(2) dê di devê wan de ji stran û klamên cegerperitiyan xweþiktir biherike.
 
Dê “Kûrdîstan”(3) ji Kurdistana bav û kalan û dê “Abdullah” ji Evdile(4) herîkbartir û fesîhtir ji devê wan derkeve.
 
“Þanli-urfa” an jî “Gazî-antep” dê wekî senfoniyeke melayketên Xwedê bikeve ser devê wan, lê Riha û Dîlok dê ji wan re nebe þepþepa devê mitirbekê jî.
 
Dê þal û þapikên me yên ku sembola ken û girînê me ne di hiþê wan de bibe sembola paþverûtiyê lê “kurtan”ên din dê ji wan re xwedêgiravî bibe rengên nûjentiyê.
 
Bêyî ku deh deqeyan li ser dîwana sosyolojiyê runin dê ji eþîra xwe þerm bikin û dê bixwazin navê hemû bav û kalên xwe reþ bikin.
 
-Ez behsa berxwedana ji bo ax, av û hewayê nekim!-, mesela dê parastina çand û ziman jî ji bo wan bibe “fikreke terorîstî”!
 
Dê “tirkmancî” ji wan re bibe nanekî germ, lê sormancî dê bibe ewte ewta kuçikê malê.
 
Dê di bin keviya rihê xwe de nefretê ji Mem û Zîn û Siyabend û Xecê bikin, lê dê hez bikin ku destanên nû li ber Hulya, Gulben û Îbo-yan þîn bibin.
 
* * *
 
Û bifikirin dema mirov hêdî hêdî hez ji qatilê xwe bike dê çi biqewime!
 
Eskereke qunneþûþtî dema ku di ber saziyeke kurd re jî derbas bibe, dê wekî serokekî kurd bête pêþwazîkirin.
 
Rojnameyeke wekî Hurrîyet an jî televîzyoneke mîna Show TV heke carekê jî ji kurdan re nebêje “terorîst” dê bête hizirkirin qey “azadiya ji zindanê” nêzîk e!
 
Deriyê medyaya tirk heke bi xêra bayekî bê hemdî jî ji wan re vebe dê bicoþin; dê deh teoriyên binfilitî li ser Roj TV û Kurdistan TV biafrînin  û dê ferz bikin qey li derekê “Kûrdîstan”eka wan ava bûye.
 
Nîvgotinokeke qatilên nûjen dê di bazara qurbanên herdem de bibe zêrê nedîtî!
 
Welatparêzî bixwe dê di paþila civatê de bibe çêr û xeberên ku erd pê diheze.
 
Þevþevoka serdestan a ku di þkeftên bindestan de xwînê dimije dê wekî Zîna Botanî bête dîtin. 
 
* * *
 
(1) http://de.wikipedia.org/wiki/Stockholm-Syndrom
 
(2) Mamosteyê me giþan Îsmaîl Beþîkçî wekî gelek fikir û têgehan ji bo ravekirin û veçirandina peyva “türkü” jî qirika xwe qetand, lê ez bawer im wê çîrokê naxwaze yekser vebêje, “Go yekî þîretek li keça xwe kir, lê dema ku derketin dervê keça wî got, “Bavoo, çîkê kerê…!”
 
(3) Peyva “Kûrdîstan” li gorî fonetîka zimanê tirkî hatiye nivîsandin!
 
(4) Helbet ez di vir de behsa koka peyvê yanî etîmilogiyê nakim.
 

 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org