|
|
- Sergoyê
Kurdan, Bexçeyê Cîranan
-
-
- Evdile
Koçer
- Evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Gava ku mirov hinekî civaka kurd mêze dike û çavê
xwe piçekî li xebatên entelektûelî digerîne, tu dibêjî qey hewþa
kurdan bûye sergoyeke mezin.
-
- Dema meriv li vî sergoyî hûr û kûr dinêre, tê
dîtin ku ji qirþ mirþên cîranên kurdan û ji hemû bermahiyên wan
ên çand û hunerî ve hatiye dagirtin.
-
- Dakirkeriya madî û fizîkî, bi vî metodê nû
û bi xêra vî sergoyî tê dikeve nava rih û hemû manewiyeta civaka
kurd!
-
- Hiþ û mejiyên nifþên nû wekî fabrîqeyeke bê
ser û ber û bê xwedî, heta ku bêhemdî xwe nas bike, her qirêjî
û bermahiyên çand û hunera cîranên xwe dihêrîne û mîna hemalên
sedsala navîn ji hevûdu vediçirîne.
-
- Tu dibêjî qey cîranên kurdan zibil û mibilên
xwe yên herîkokî, fikirok û gotinokên xwe yên qewlborî, pirtûk
û stranên xwe yên jihevçûyî û nav û bernavên xwe yên ku êdî
pîvazek nakin bi þev û roj tînin di nava ambalajên nû de dirêjînin
ser sergoyê kurdan.
-
- Sergoyê kurdan çiqas ku tê dagirtin, behçeyê cîranan
wan jî ewqas paqiþtir dimîne!
-
- Cîraneke xwenaskirî, pirtûk û nivîseke xwe ya
ku li Edîrne û Trabzonê du xwendevan nekirî, bi paletiyeke delal ve
dipekîne ser sergoyê kurdan; kurdekî me yî reben jî radibe bi eþqeke
mezin werdigerîne kurdî û di nava ayetên pîroz de dixe nava lepên
civaka me ya xwelîser.
-
- Civaka me ya ku pêdiviya wê bi rêwîtiya
xwenaskirineke dûvedirêj heye, ji mecbûrî tiþta ku ketiye nava lêpên
wê wekî qûtê zivistanê her dadibelîne nava mejiyê xwe.
-
- Cîraneke ku dîwarên civaka xwe her dem bi teoriyên
nû dixemlîne, dema ku çend gotin û teoriyên mirî û kurmî ber bayê
wî bikevin, dirêjîne ser sergoyê kurdan; kurdekî me yî ku hêj
nizane ka kefenê gotinekê çend mêtro ye, radibe wan gotinan ji ser
sergoyê xwe wekî arkeologan top dike, ji nû ve dilûsîne direqîne
dixemlîne û bi gelek miqam û awayan bi ferþa kaniya civaka kurd ve
dialiqîne.
-
- Kurdên ku dixwazin ji serkaniya xwe peþkek fikrên
kurdî wergirin, ji destê van kesên ku xwe li arkeologiyê datînin ên
ku nizanin kefenê gotinan çend mêtro ye, emrê xwe yê mayî mixabin
kurtir dikin.
-
- Cîraneke ku êdî dixwaze ala serdestiya xwe li
ser hîvê daçikîne, du sê piþtkurmiyên xwe yên ku êdî dimalde
mane di þevereþeka bê Xwedê de datîne ser sergoyê kurdan; kurdekî
me yî ku ferqa þev û rojê nizane çawa ku Amerikayê ji nû ve kifþ
kiribe radibe pêlavên wan piþtkurmiyan bi destmalên zavatiya xwe
dibiriqîne, her yekî mîkrofoneke zêrîn dixe destê wan, wekî
qehremanên nû datîne ser sehne û dîwanên kurdan.
-
- Civaka me ya ku her dem zavayên xwe dixe qurbana
piþtkurmiyên cîranan, di bin dengê mîkrofon û dîwanên wisa de
her kerr û lal dimîne.
-
- Cîraneke ku êdî av di qûnê de nemaye piþtî
ku prezevatîvekê 50 salan bi kar tîne bi fiþtokê davêje ser sergoyê
kurdan; kurdekî me yî ku nizane sala par çi xwariye, radibe li ser wî
prezevatîvî 70 lêkolîn û analîzên ecêb dike û bi devê xwe yî
beþkerî ve qaþo dixwaze ji me re qala seksolojiyeke nû bike.
-
- Yanî bi kurt û sosyolojîk: Cîraneke me –bê
mane!- dema destava wî teng dibe, naxwaze sergoyê xwe bilewitîne,
helbet ev heqê wî ye, hema di cih de berê xwe dide sergoyê kurdan;
kurdekî me yî ku qet tiwalet nedîtine gûyê wî cîranî hiþk dike
û bi ambalajên rengîn ve di sazî û dezgehên kurdan de pêþangeh
vedike û dixwaze bifroþe.
-
- Hewþa kurdan bi xêra cîranên wan ên xwenaskirî
ve her wekî sergoyekê dimîne; ku diþibe sergoyeke ku zarok tê de
leyîstok û gilçê bilîzin.
-
- Bexçeyê cîranan jî, çawa ku hûn jî niha texmîn
dikin her paqiþ dimîne, helbet bi gul û qerenfîlên xwe ve.
-
-
- Not: Ev nivîs di Kovara W de jî
hatiye weþandin
-
-
-
-
-
-
|
|
|