|
|
Þeqreq
û teqreqe me kurdan!
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
-
- Ez
jî nizanim bê ev çi þeqreq û teqreqa me ye heyran!
-
- Madem
ku em ê derewên herî modern jî wekî pîvanekî welatparêziyê
deynin ser riya civakê…
-
- Madem
ku wê serokbelediyeyên me yên ezîz û delal wekî Sûleyman Demîrel
xwe bihejînin û bi tirkî silavê bidine me…
-
- Madem
ku em ê hemû xirabî û þaþitiyên xwe bi rengê kesk û sor û
zer ve bipêçin û bi gilî û gazincan ve bixine stûyê dewleta
ergenekonê…
-
- Madem
ku henekên tirkî yên parlamenterên me wê ji meclîsa tirkan
belavî hemû derê dinyayê bibe…
-
- Madem
ku em ê di nav xwe de jî “CHP”yekê ava bikin û siyaseteke
statûkoparêz li ser hemû civakê ferz bikin…
-
- Madem
ku em ê li ser kêlên þehîdan bi tirkî helbestan bixwînin û
xwe wekî qehremanên veþartî pêþkêþ bikin…
-
- Madem
ku em ê di sazî û dezgehên xwe de felsefeya “bila biçûk be,
bila ya min tenê be!” ava bikin…
-
- Madem
ku em ê pêlava piþtkurmî û dimaldemayiyên wêjeya tirk bi
heyecaneke mezin ve wergerînin ser rih û dîwana nifþên nû û vê
yekê wekî þoreþa wêjeyê bi nav bikin…
-
- Madem
ku em ê malbat û zarokên þehîdan muhtacî “Mehmetçîk
Vakfi” bikin…
-
- Madem
ku emê wekî ronesanseke nedîtî pêþbirkên wêjeyî bi tirkî jî
li dar bixin…
-
- Madem
ku em ê çîrok û romanên xwe weke forseke mezin bi tirkî bixwînin…
-
- Madem
ku wê biraziyên me wekî aktorên tirkan ji me re bibêjin
“Amca, abla!!!”…
-
- Madem
ku em ê li her derî weke tiþteke gelek popûler bikevin pêþbaziya
xwehelandinê…
-
- Madem
ku em ê hemû nezanî û ehmeqiya xwe bixin stûyê rebena zimanê
kurdî…
-
- Madem
ku em ê hemû vandalî û barbariya xwe bavêjin ser piþta çanda
kurdî…
-
- Madem
ku em ê axatiya rihê xwe di nav vê civaka xwelîser de weke
siyaseteka nû pêþkêþî hev bikin…
-
- Madem
ku em ê hemû çêr, geflêxwarin, namerdî, neqencî, serserîtî,
sûtalî û binkeftinên xwe wekî parastina “Kurd û Kurdistanê”
nîþanî hevûdu bikin…
-
- Madem
ku em ê nikaribin li ‘doz û evîn’a xwe jî xwedî derkevin…
-
- Ê
nexwe ev çi þeqreq û teqreqa me ye heyran!!!
-
-
-
|
|
|