|
|
Siyaseta
‘Spî’
- Evdile
Koçer, evdilekocer@yahoo.com
-
-
-
-
-
- Ji
gotina “rewþenbîr”ê nefretê dikin; loma di hemû henek û
genekên xwe de rewþenbîran wekî kesên ne-lazim bi nav dikin.
-
- Çaxê
ku însanek bêhemdî jî li ser merþika wan nimêj neke dibe xayîn,
lê ew her dem bi her awayî welatparêzê ber dilan in!
-
- Sedem
çi be qet ferq nake; di bin hemû têkçûn û þkestinên xwe yên
þexsî û îdeolojîk de her dem li komployeke dehserî digerin.
-
- Rexneyan
li siyaseta Denîz Baykal bigirin jî, lê ew bixwe jî gelek caran
bêhemdî xwe dibin kopîyeke kurdan ya Denîz Baykal.
-
- Pîvanên
tiraliya xwe ya ku bûye belayê serê civaka kurd, wekî siyaseteke
nû di çavên me re digindirînin.
-
- Dema
ku lazim be vekirina koxikeke mirîþkan jî wekî dinyanedîtiyan
bi çend gotinên eletewþ ve îlegalîze dikin.
-
- Bi
tu awayî naxwazin ku Kurdistana li ber lingê xwe bibînin, lê bi
kêfxweþî dixwazin ku li Afrîkayê sed afro-kurdistanan ava
bikin.
-
- Welatparêziya
heyî bi dek û dolabên osmaniyan ve dilewtînin, lê dema ku lazim
be jî ji her derî welatparêziyeke þîzofrenîk îthal dikin.
-
- Dema
meriv bêje “helbest û roman” tenê fêm dikin ku an divê li
ser wan bê nivîsandin, an jî li dijî wan hatiye nivîsandin.
-
- Li
gorî wan pirsgirêkên zimanê kurdî qet tune ne; rast dibêjin,
ji ber ku ew tenê bi tirkî ‘qonîþmîþ’ dibin.
-
- Rojê
sê danan navê Ehmedê Xanî û Cegerxwîn datînin ser lêva xwe,
lê baþ nizanin ka ew nivîskar an stranbêj in!
-
- Ji
ber ku siyaset û medyaya dinyayê naþopînin, dibêjin qey hemû
dinya li dijî wan e!
-
- Hemû
teoriyên beredayî yên berî sed salan dikarin deh caran bixwînin
û temaþe bikin, lê qet naxwazin ku gohê xwe bidin teorî û fîlmekî
nû yê wekî “Avatar”.
-
- Ji
bo ku bi eskereke qûnneþûþtî re rûnin fikrên ecêb davêjin
erdê, lê rojekî jî gohê xwe nadin rêxistin û dezgehên kurdî.
-
- Camêrek
‘quran’ û ‘încîl’eke nû jî binivîse, lê ji ber ku ne
bi talîmata wan hatiye nivîsandin, wê biçûk bikin, wê reþ
bikin heta ku îmana wê derket.
-
- Ji
bo gel xwedêgiravî hazir in ku bikevine greva birçîbûnê jî, lê
çi ecêb e ku her dem gel ji bo siyaseta wan ya ‘spî’ xwe birçî
dihêle.
-
- Partî
û saziyên kurdan tune dihesibînin, lê ji bo ku di TRT6’ê de
siyaseta gurîbûn û ‘keçel’iya xwe ya ‘spî’ nîþan
bikin sed teqleyan davêjin.
-
- Li
ber radyoya Enqereyê mezin bibin jî, lê li her derî behs dikin
ku xewnên zarokatiya wan ya gulgulî li ber radyoya Êrîvanê
meyiyaye.
-
- Ji
bo ku siyaseta xwe ya ‘spî’ li ber dewletê þêrîn bikin, hemû
siyaseta kurdên din bi zimandirêjiyeke beredayî ve reþ dikin!
-
-
-
-
|
|
|