|
Skandala
Konferansa Mûzîkê Evdile
Koçer,
evdilekocer@yahoo.com Hevalên min ên ji Baþûr û
Binxetî, dema ku bixwazin min aciz bikin her dem bi rûyeke pir cidî vê
pirsê ji min dikin: “Erê ji bo Xwedê ev kurdên we çima bi hev re bi
Tirkî dipeyîvin Evdile?...” Ez jî her dem bi bersiveke pir cidî
li wan vedigerînim: “Heke bi tirkî nepeyîvin sebra wan nayê heyran...
Di tirkî de goþtê erebî farisî kurdî û fransî heye... Heke hûn
bixwazin ez dikarim fêrî we jî bikim, lê piþtî ku hûn elimîn, hûn
bixwazin jî êdî hûn nikarin dev jê berdin... ” Dû re jî ez vê gotina pêþiyan tînim
bîra wan: Qûna bielime tiran narûne li ser ti ber û mehfûran. Paþê pirqînî bi wan dikeve û em
hemû qasekê bi hev re dikenin. Jixwe yê ku min nas dike dizane ku
ez jî hincetekê digerim bo ku çend deqeyan rûyê me geþ bibe. Lê tabî ez dizanim ku êþa Bakur
û tirkîaxaftina wê naþibe du sê henek an jî genekan. Ez radihêjim qirika meseleyê û
gotina jorê bi awayê ilmê sosyolojiyê li wan hevalên xwe vedigerînim:
Devê bielime tirkî narûne li ser ti gotin û motinên kurdî... Û dû re heta ku ji min aciz bibin
ez ji wan re behsa êþên Bakur, asîmîlasyon, siyaset û ruyê Roma Reþ
dikim. Çawa ku qet guhê xwe nedabin min dîsa
dibêjin, “Ê baþ e, madem ku mesele polîtîka û siyaset e, nexwe çima
di dilê Kurdistanê de di vê Konferansa Mûzîka Kurdî de bi tirkî dipeyîvin...” Ji bo ku em dîsa piçekî bikenin,
ez gotina jor dîsa dubare dikim: Quna bielime tiran narûne li ser ti ber
û mehfûran... Û piçekî dixwazim dilê wan honik
bikim: “Heyran çawa ku min seh kirî hevalên min Kakþar Oremar û Zana
Farqînî di Konferansê de bi kurdî peyivîne, qet mereqan nexwin kurdiya
van her du hevalên min bi têra hemû Bakûr dike. Ferhengên Zana wekî
panzerên Elmanan in, dikare pêlî tirkiya giþ Bakuriyên me bike...” Dilê wan piçekî honik dibe, lê
helwesta Azadiya Welat ya li hemberî tirkîaxaftina Konferansa Mûzîkê
gelekî li xweþê wan diçe, em bi hev re diqîrin: Bijî çapemeniya azad! Lê ez ji Duhokî û Qamiþlikiyên
xwe re dibêjim, helwesta Azadiya Welat li hemberî vê sosret û kezîkurkirinê
hindik e û wekî wan sosyologên ku çar roj emrê wan mane gelekî cîdî
berdewam dikim: “Heq ew bû ku A.Welat fotoyên wan kesên ku di Konferansê
de bi tirkî peyivîne bikiþanda û ji rojnameyê re bixista manþet; da ku
me bizaniya ka mala me kurdan bi destê kê tê þewitandin, ev jî heqê me
ye yaboo...” Dawiya gotinan nayê, lê ez
teoriyeke qerase wekî diyariya sersalê pêþkêþî wan dikim: “Li gorî
alim û mezinên Koçeran, heke tirkî bi destê tirkan bikeve mala kurdan
nifþek 40 salên din zimanê xwe ji bîr dike, lê heke bi destê kurdan
tirkî ket mala kurdan jixwe hingê meriv nikare behsa ti nifþî jî bike,
ji ber ku koçerê me ji vê yekê re dibêjin KAMÎKAZE, yanî kuþtina xwe
bi xwe, yanî çawa ku tu gur bi destê xwe bixî nava pezê hemdanî...” Hevalên min dibêjin, dev ji van
teoriyan berde. Û em hemû bi vê gotinê re dîsa
dikenin: Quna bielime tiran narûne li ser ti ber û mehfûran...
|
copyright © 2002-2006 info@pen-kurd.org