Soza Emîne Aynayê û þîretên Îkram Balekanî

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

   
 
 
 
 
Berî çend rojan Îkram Balekanî pêþniyar û teksteke xweþik ‘îkram’î Emîne Ayna kiribû, ku bikaribe bi delalî ji soza xwe ya ku wê bi kurdî bipeyîve bifilite.
 
Heke we xwendibe jî (dema ku meriv dipirse, 40 mîlyon kurd bi hev re dibêjin, erê me xwendiye!!!) werin em teksta Îkram ji Stî Emîneyê re nivîsandiye ji nû ve bixwînin:
 
‘Axaftina Îhtimalî ya Emîne Ayna:
 
"Gelî beþdarên hêja, mêvanên dilovan, hûn hemû bi xêr û xweþî hatine. Wekî hûn jî dizanin min salek berê soz dabû ku ezê kurdî hîn bibin. Ez kêfxweþ im ku îro bi zimanê dayîka xwe qise dikim. Belê wekî hûn dizanin Qirkirina çandî ya li ser gelê kurd hêjî didome. Çawa ku di 15’ê Tebaxa 84’an de pêngaveke dîrokî hate avêtin, Azadiya Welat jî li dijî Qirkirina Çandî roja 15’ê Tebaxê pêngaveke dîrokî avêt. Em dibêjin li gelê me pîroz be. Ji ber ku pêvajo hesas e û çareseriya meseleya kurd tê niqaþkirin, ez dixwazim xeberdana xwe bi zimanê tirkî berdewam bikim, ger destûra we hebe!” (Þeqþeqþeq þeq)...’
 
Belê rast e, þeqþeqþeq þeq, lê Îkram, ez ditirsim ku ev þeqreq bo kurdiya wê ya xweþik be. Û ez ditirsim ku milet þeqþeqên xwe bidomînin heta ku Emîne Ayna tirkiya xwe ya ku wê bipeyîve ji bîr bike.
 
Gelo te got çi Îkram?
 
Mesele heke ku diya min wê þevê li wir be, piþtî vê axaftina kurdî, wê sedîsed ji Stî Emîneyê re bêje, “Keçê Emîne, pa bi Xwedê heta ku tu bi wê kurdiya xwe ya xweþik ve ji me re çîroka Sîyabend û Xecê jî nebêjî em ji vir ranabin...”
 
An jî heke li ber wê kurdîaxaftina Stî Emîneyê, çend zimanzan û nivîskarên me ji ber peyveke wê ya herêmkî li wir bikevin qirika hev, ez ditirsim ku ji þerma jî mabe wê Emîne Ayna kurdiya xwe bidomîne heta ku dîsa ji qirika hev vebûn.
 
An jî heke Emîne Ayna bi tirkî berdawamî axaftina xwe bike û milet jî berê xwe bide malê, ma wê ji taq û dîwaran re bi tirkî bipeyîve ya rebî!
 
Yawww ez dibêjim ji ber kurdîaftina Emîne Aynayê, wê kurdî dewlemendtir bibe, lê Îkram min wekî ‘nêçîrvanekî’ bi nav dike.
 
De vêca were safî bike!
 
Yawww heke sibe xwedê neke polîsê sîvîl ê baþ(?) Tayîp Erdogan li TRT Þeþê bibêje, “Emîne Ayna, soza axaftina bi kurdî dabû, lê pêk nehanî, loma ez jî rendewuyê nadim DTPê…”, gelo ez ê hingê çi xweliyê bi serê xwe de bînim ya Îkram.
 
Gelo di van meseleyan de ez nêçîrvan im? An kurdên ku xwe bi destê xwe asîmîle dikin û ji dewletê re dibin nêçîr, ya xwendevana/ê hêja.
 
Yawww ma min çi xwelî bi serê xwe de anî û ketim nav vê meselê heyran! Yaww ma min çi jê ye ji bo Xwedê!
 
Heke hûn nexwazin soza kurdî bidin, nexwe tevlê þeva Azadiya Welat jî nebin diya minê.
 
Lê ya rastî ez hê jî hêviya xwe ji soza Emîne Aynayê nabirim.
 
Xwedê nede þermê rebîîîî!
 
 
 
 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org