Soza Emîne Aynayê û çend pêþniyarên xwendevanan

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

   
 
 
 
Bi rastî jî kurd bi têra xwe ecêb in… (Jixwe heke ne ecêb bûna wê weke kurd nehatana ser dinyayê!)
 
Li ser xuçka me ya mîlî Emîne Aynayê min bêhemdî du gotin kirin, hindik maye ku ev dinya bi serê min de xira bibe.
 
Wekî ku hûn dizanin hevala min nivîsandina li ser hêja Emîneyê li min qedexe kir. Êdî pornekurê nivîsên min kontrol dike, gotinên ku tê de “Emîne” derbas bibin reþ dike.
 
Hinek heval û dost gazê didin nivîsên min, piþta min mizzz didin û dibêjin, “berdewam bike koçer, em li piþta te ne…” (Lê ew bixwe, wekî wê meseleya kurdî, destê xwe ji ava germ nakin ya sar! Ji bilî çîrok û helbestên xwe li ser tu tiþtî nanivîsin!)
 
Welhasil hindik maye ku ev înternet di serê min koçerê xwe de hilweþe.
 
Eyb e meriv binivîse, lê qûtika emaila min tejî ‘spas, pesin, gazinc, þîret û nifir’an bûn.
 
Ji derdê van kurdan ez nizanim ez ê ji Almanyayê wêvetir bi ku de biçim.
 
Wekî adetî jixwe ez di vî quncikî de behsa ‘spas û paspas’an nakim. (Eva bi vî min behs jî kir, hûn her hebin hevalno!)
 
Lê ez nizanim ez ê bersiveke çawa bidim canik û camêrên din.
 
Yek dibêjî, “Madem ku tu li Ewropayê dijî, heqê te tune ku tu ji mirîþka Stî Emîneyê re bêjî kiþþþþ jî…”
 
Camêrekî din, “Zimanê te pir dirêj e, tu wisa mêr î, were li Amedê dibistaneke kurdî veke û kurdî fêrî Emîne Ayna û yên din bike…”
 
Xatûneka hêja, “Tu ji ku dizanî ku Emîne Ayna dê kurdî nepeyîve, ma tu kefîlê wê yî…” (Min jê re got, ji xwe ez jî vê hêviyê dikim ku wê Stî Emîne di 15 Gelawêjê de soza xwe bi cih bîne û bi kurdî bipeyîve. Lê tu dibêjî qey min bi çînî nivîsandibû; hermetê fêm nekir, de vêca were û nebehece keçêêêêê…)
 
Hevalekî din, hê jî tu dibêjî qey berî 20 salan dijî, “Pêvajo xesas e hevalê koçer, carê vê soz moza Emîne Aynayê tevlihev neke…” (Ji zarokatiya xwe ve ez seh dikim ku pêvajo xesas e, lê ez hê jî fêm nakim ev xesasbûn çi ye ji bo xwedê!)
 
Yekî din, “Dengê defê ji dûr ve xweþ tê, rojekî were tu jî tiþtekî bike ji bo vî miletî…”
 
(Di dawiya emrê xwe de ez vê fêm dikim, meriv 100 pirtûkan jî binivîse, navê te Orhan Pamuk be jî, heta tu neçî hemû çalakiyan, heta tu xwe nîþanî her kesî nekî, ji polîsan lêdan nexwî, neyî binçavkirin, qîmeta te di civaka me de wekî pîvazekê jî tune. Lê heyran hinek jî hene, eyb e meriv binivîse, lê ‘kurdên spî’ bûn lê dû re ji niþka ve bûn þaredar û parlamentar. Çima kes tu tiþtî ji wan re nabêje ji bo xwedê, ma ev jî ketiye stûyê min ku ez behs bikim heyran!))
 
Lê bi rastî Berfînê xweþ gotibû, “Heke tu behsa sozên kurdan bikî, tu nikarî ji nav derkevî koçercan…”
 
Hinek jî hene meseleyê tevlihev dikin, ew bixwe nizanin ku kurdîaxaftina Emîne Aynayê wê çiqas tesîrê li ser kurdiya xuþk û dayîkên me bike. Vêca radibin þûjina xwe di min de radikin!
 
An jî dizanin, lê nayê hesabê wan ku ez behs bikim…
 
Ya rebî bê lome!
 
 

 

  
   

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org