Soza Kurdî ya Emîne Aynayê

 

 

Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com

   
 

 
 
Ji salvegera Azadiya Welat re hindik ma. Belkî we niha wekî gelek tiþtên din ên girîng ji bîr kiribe, lê ez koçerê xwedê li ‘zozanên dûr’ jî bim ji bîr nakim.
 
Ji ber ku min sala par li ser kevirekî reþ nivîsandibû: Dê xûçka me Emîne Ayna fêrî kurdî bibe! Dê îsal þoreþeke bi kurdî pêk bîne!
 
Hermetê sala par soz dabû ku dê di salvegera Azadiya Welat ya îsal de bi kurdî bipeyîve. Helbet hûn jî dizanin ku li ba koçeran qîmeta sozan pir mezin e!
 
Ya rastî ez vê þevê pir mereq dikim. Ji ber ku wê þevê bi êl û eþîra xwe ve ez ê li benda axaftina kurdî ya Stî Emîneyê bim.
 
Ev çend meh in ez haziriya vê þevê dikim. Ji bo ku ez nehetikim û bikaribim ji kurdiya wê ya delal û nazik fêm bikim, min dev ji hemû peyvên xwe yên koçerkî û herêmkî jî berdan!
 
Min hemû pirtûkên kurdî dîsa ji nû ve xwendin. Û niha li ber Ferhenga Zana Farqînî ez bîr û hiþê xwe dîsa tûj dikim!
 
Helbet heke ku bi kurdî bipeyîve, emê jê re çepikan lê bixin, em ê diyariyên herî delal bidinê, wekî þîrê diya xwe dengên ku me dayînê em ê helal û bimbarek bikin.
 
Hema kurdiyeke çawa jî bipeyîve bi serê we min qebûl e! Ji xwe ez ne li bendê me ku bi kurdî ji min re qala felsefeya siyaseteka nû bike. Heke ez hêviyeke wisa jê bikim jî, bi serê xwe ez ê neheqiyeke mezin lê bikim.
 
Lê ya rastî heta niha fêrî çend gotinên kurdî bûye û hevoka pêþî çawa saz kiriye ez mereq dikim? Mesele, “Bir dil, bir insandir!” bi kurdî çawa dibêje?
 
Na na, ne li ser “Dîl ve Kîmlik”, lê hema ji bilî silav û kulavan bila bi kurdî çend gotinan li ser zozan û deþtan ji min re bibêje bes e.
 
Ez bawer dikim, piþtî vê yekê dê medyaya kurdî jî bi manþetên mezin ve dê jê re bibêje, “Aferîm ji Emîne Ayna re, soza xwe bi cih anî!”.
 
Sedîsed bi xêra Stî Emîneyê dê kurdî zengîntir û dewlemendtir bibe. Belkî, zimanzan û nivîskarên me bikaribin li ber kurdiya Emîne Aynayê pirtûkên rêziman û ferhengokên nû jî binivîsin.
 
Gerçî zor e, lê bi vê kurdîaxaftinê ve belkî pirsgrêka kurdî jî ji ber xwe ve çareser bibe!
 
Lê gelo heke soza xwe bi cih neyne??
 
Ahaaaa…!!! Çiiiii….??? Ya starrrr…!!!
 
Bi rastî ev yek qet nehatibû bîra min; ez naxwazim li tiþteke wisa bifikirim jî; ji ber ku min ji vê yekê re tu hazirî nekirine bi serê we.
 
Ez hêvî dikim ku Azadiya Welat dîsa þeva salvegera xwe pêk bîne û dîsa gazî xuçka me Emîne Aynayê bike.
 
Nexwe belkî dû re hermetê bibêje, “Ev salek e ez xwe fêrî kurdî dikim! Min ê soza xwe pêk baniya, lê deriyê mizgefta Azadiya Welat girtî bû…”
 
 
 

  

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org