Tava Kurdistanê û ‘Guneþ’ên Dagirkeran!
 
 
 
 
 
Evdile Koçer, evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
  
 
Navê vê dagirkeriya xwe xistine: “Guneþ”, yanî bi kurdî “Tav”. Vî navî ji keça eskerekî ku berî çendekê hatibû kuþtin peyda kirine.
 
Navê wê sêwiya reben: Guneþ e.
 
Bi vê navlêkirinê ve xwedêgiravî dixwazin moralekî nû bidin bi hezar sêwiyên wisan. Lê bi vê dagirkeriya nû ve dê bi dehan “guneþ”ên nû sêwî bihêlin; dê bi dehan tifikên nû qaþo bi xweþmêriya xwe ve bitemirînin.
 
Ez ditirsim ku navê sêwiyên nû li dagirkeriyên xwe yên nû bikin. Ev yek li kronolojiya wan jî tê: Xwîn bi xwînê, derew bi dereweke nû dipêçin.
 
Helbet ev yek ne bi xema ti tiþtê fermandarên þer in; ji ber ku ew dixwazin îktîdara derewên xwe bi hêsirên nû ve çend roj dirêjtir bikin.
 
Jixwe li gorî hejmara seriyên þer li ser textê îktîdara xwe dimînin.
 
Kîjan Qumandar bikaribe hejmara cendekên me kurdan “zêde”tir bihejmêre, kîjan esker bikaribe ji barbarî û hovîtiya xwe destaneke nû biafrîne, cihê textê xwe jî xweþtir dike…
 
Kîjan rojname bikaribe tava Kurdistanê li ser rûpelên xwe xweþtir ‘fotomontaj’ bike, kîjan edîtor bikaribe manþetên devbixwîn peyda bike, ji garana faþîzmê çepikên dinyanedîtî werdigire…
 
Kîjan nivîskar bikaribe ji hêsirên sêwiyên þer taswîr û vegotinên nû birêsîne, kîjan çep û rast û misilman û lîberala/ê wan bikaribe ji gerîneka þer xuþexuþeke nû bilindtir bike, pala xwe germtir dike…
 
Tava ku ji baþûr û çiyayên Kurdistanê hiltê, ziravê van ferxikên Roma Reþ diqetîne; dixwazin bi hêsirên “Guneþ”ên nû ve bejna derewên xwe du sê rojên din av bidin.
 
Pir ditirsin ku þkêra derewên wan ên ji Kemalîzmê bi tava Kurdistanê bipeliþe!
 
Pir ditirsin ku tevna hîle û pîleyên wan ên ji dewrana Roma Reþ bi ronahiya zarokên kurdan xira bibe!
 
Pir ditirsin ku þîfreyên dek û dolabên wan ên ji goristana xwînê bi destê du ciwanan bê þkestin!
 
***
 
Gotineke tirkan heye dibêjin: “Guneþ balçiklan sivanmaz”, yanî ‘Tav bi heriyê nayê siwaxkirin’.
 
Lê ev dixwazin tava derewên xwe bi hêsirên nû, bi qirêjiya medyaya xwe, bi yekîtiya garana xwe ve siwax bikin û bi rûyeke nû ve pêþkêþî dinyaya modern jî bikin.
 
Lê tava azadîxwaziya Kurdistanê rûyê derewên wan pûç dike û xewna îktîdara wan reþ dike.
 
Dengê azadiya kurdan bi rê û metodên meþrû ve çiqas bilindtir dibe, derewên dewleta dagirker jî di hewþa dinyayê de ewqas zûtir þîn dibe.
 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org