Telefona Destan û Kerkûka Kurdan
 
Evdile Koçer
evdilekocer@yahoo.com
 
 
 
 
 
Meriv dikare bi tonan lêkolînên ecêb û absûrd li ser dîroka kurdan bike, lê heta camêrek xwe þaþ neke û lêkolîneke mezin li ser telefonên destan neke ez dibêjim qey dîroka me kurdan ya nêzîk dê dîsa nîvco bimîne.
 
Kurdên ku heta doh êvarê jî li ser her du destên xwe dimeþiyan, piþtî ku telefonên destan hatin Kurdistanê dest avêtin du telefonên tirtire û ji niþka ve rabûn ser her du piyên xwe.
 
Ji wê deqeyê pê ve dîroka me kurdan jî hema bêje ji binî ve guherî!
 
Heta ku zirezir û dengek ji telefonê hat wekî fîlozofên emirdirêj her meþiyan û mîna Bill Gates bi biþkokên telefonê leyîstin.
 
Carna di newal û kolanên gund û bajarên xwe de li pozê hev jî ketin, lê bi xêra wan melodiyên xweþik ên telefonê serê hev di xwînê de nehiþtin û behsa ‘xayîntî û qehremantî’ya hev nekirin.
 
Lê li her devera Xwedê bû þildim bildima wan û guhê me giþan kerr kirin.
 
Dev ji hemû kar û barên xwe berdan. Bi telefonê razan û bi telefonê rabûn. Hemû xewn û xeyalên wan, kurd û Kurdistana wan û Kerkûk û Carbekira wan bû ew qûtîka telefonê.
 
Bi dengekî bejî bi zîtik û lotikên xwe ve xwestin wekî kurê malê telefona xwe niþanî hemû kesên ku telefonên wan tunin, bikin.
 
Þivantiyê jî, talîmateke îlegal jî, jinberdan û telaqavêtinê jî, welatparêzî û xayîntiyê jî bi telefonên destan kirin û hemû qanûn û pîvanên dinyayê maþelehhhh ji binî ve guherandin.
 
Hin ji van kurdên me navên xweþik jî li telefonên xwe dikirin: “Dengbêjok, þemamok, berxok, gulrojik…!”
 
Gava ku carekê bêhemdî jî zengila telefona wan lê bixista, weke wan hunermendên ku ‘îzm’ekê kifþ dikin diketan nava heyecaneke mezin; hemû kurdiya xwe jibîr dikirin radihêjtin telefona xwe û bi wê tirkiya stenbolê ve ber bi dereke tarî û nenas ve dimeþiyan.
 
Te digot qey ji wan re wahî û ayet dihatin û berê xwe didan þkefta Hîra. 
 
Kurdan bi vî ayawî di nava deh salan de ji Darwînê reben jî derbas bûn û di nava xwe de þoreþeke mezin ya werarê(evrîm) pêk anîn. Heke niha Darwîn sax bûya, belkî berê teoriyên xwe jî biguherta û bixwesta bûbûya kurd…
 
Bi saya serê van telefonan, kurd hem bi hev re peyîvîn, hem jî fêm kirin ku di piþt girê din de jî kurd hene. Dema piçekî din jî serê xwe rakirin dîtin ku li çarsed perçeyên dinyayê kurd hene.
 
Bi riya televîzyonên kurdan xwestin dengê xwe yî pîroz bigihînin wan û xwestin ji wan re bibêjin, “Va ye telefona min jî heye…!”
 
Lê tabî kurdên me yên feqîr hêj ku fêrî silav û kulavan nebûn hemû gotinên xwe di þev û rojekê de berdan newala telefonê. Roja din jî helbet wekî sêwiyan bê gotin man.
 
Xwe li çol û beyarekê wekî rût û taziyan his kirin.
 
Lê belê xwede heye dev ji doza xwe bernedan. Bi qewlê wê biwêja meþhûr her ketin nava liv û tevgeran.
 
Wekî etarên modern rabûn wan çend gotinokên xwe –bêmane!- li hev siwar kirin badan pêçan pif kirinê û xistin meqam û isuleke nû û di telefonê de dîsa ji hev re dubare kirin. Navê wê jî xistin:stran û klam…
 
Lê serê cemeatê xweþ be di nava du rojan de kaniya van stran û klaman jî çikiya û benzîna telefonan miçiqî.
 
Lê bila dilê we bi wan neþewite. Kurdên me aqil û baqil in… Dikarin dûvê çil roviyan bi xwe ve –pardon!- bi hev ve grê bidin. Ji bo ku bikaribin di telefonê de bêtir bipeyîvin, rabûn hin vir û derewên nû îcat kirin. Û navê wê jî li gorî ferhengên nû xistin sohbet, qise, þor û þtexalî…
 
De vêca were û keziya xwe serê van sohbetan de kur neke…
 
Ev sohbetên henê di newala telefonan de ew çend geriyan ku di civaka kurd de wekî teoriyên nû hatine nas kirin.
 
Jixwe mala kurdan jî bi destê van teoriyan þewitiye û qarqara wê ye.
 
Dema tu behsa fikir û teoriyeke cîdî bikî di civaka me de pîvazek nake, lê gava ku tu di telefonê de pif bikî du gotinên seresere û navê wan jî bixî teorî hin kes hazir in ku destê te maçî bikin.
 
Helbet ez di vir de kevanekê venakim û behsa civaka nexwende û çanda nivîs û sohbetê nakim û serê ti kesî jî nahêþînim. Jixwe baweriya min jî hêdî hêdî ji teoriyan diþkê.
 
Meriv dikare dûvê teoriyan li gorî civaka xwe jî grê bide ezbenî!
 
Heke a niha tu ji hin kurdan re behsa Kerkûk, Qudûs û petrolê bikî, bi serê wan kim dê bibêjin xewa me tê û heta ku toz û dûxan ji ser Kerkûkê biçe belkî li derek wan deran mexel jî bidin.
 
Lê heke tu behsa Nokya û Erîcsonên nû bikî û bibêjî dewleta tirk dixwaze li Kerkûkê dest deyne ser fabrîkên telefonên me, ez bawer im dê kurdên me diranên xwe di cih de sîx bikin û dê bibêjin, “De rabin kuroooo, roj roja namûsê ye!” 
 

 

 

çapkirin

copyright © 2002-2008 info@pen-kurd.org